TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe bên cem hev 2024-10-06 18:24:57     STENBOL- TJA’yê der barê qetilkirina jinan de daxuyanî da û got: “Ji bo ewlehiya xwe û pêşeroja xwe divê em bên gel hev.”    Tevgera Jinen Azad (TJA) li Şîlliyê  hevdîtina jinan bi rojeva rêxistibûnê pêk anî. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û bi pankarta ‘Em bi têkoşîna jinan xwe li dijî tundî û tecrîdê rêxistin dikin’ daxuyanî hat dayîn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz daxuyanî xwend.   Sumeyyeyê da zanîn ku li Tirkiyeyê tu jin xwe li kolanê, li malê ewle hîs nake û qadên ewle yên jinan hatine tunekirin. Sumeyyeyê wiha got: “Em ji bo pêşeroja xwe, parastina jiyana xwe û ewlehiya xwe divê  bên gel hev. Li Stenbolê du jin bi hovîtiyek mezin hat qetilkirin.Her kesî ev qetilkirin axivî. Heraxaftin derket gotinên ku cînayetan rewa dike. Tundiya mêr bi bêcezahiştinê tê xelatkirin. Li Tirkiye û Kurdistanê jin di berxwedanê de ne. Ji van komkujiyan berpirsin, ji ber ji Peymana Stenbolê vekişiyan û 6284 pêk neanîn. Jinên berxwedan jî giritn. Em wek aktîvîstên TJA’yê van dauyaniyan qebûl nakin û xwedî li pêşeroj û jiyana xwe derdikevin.”   Di dawiya daxuyaniyê de ji bo mîtînga azadiyê ya ku wê 13’ê cotmehê de li Amedê pêk bê jî banga tevlibûnê hat kirin.   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan’ bi dawî bû.