Li Hatayê jinan qetilkirin protesto kirin: Edalet em in 2024-10-06 17:52:39     HATAY- Piştî qetilkirina Ayşenur Halîl û Îkbal Uzuner jin daketin kolanan û diyar kirin ku ev ji polîtîka bêcezahiştinê pêk tê û wiha gotin: “Li dijî îdeolojiya serdest ya mêr, daraza mêr edelet em in.”   Jin Bi Hevre Xurtin ya Hatayê, qetilkirina Ayşenur Halîl û Îkbal Uzuner ku ji aliyê mêrê bi navê Semîh Çelîk ve li Stenbolê hatin qeitklirin, li Qada Ugur Mumcu hatin gel hev û dovîza ‘em dest ji maf û jiyana xwe bernadin’ vekirin. Li ser navê jinan Sevîlay Elmaz daxuyanî xwend.   Sevîlayê da zanîn ku heman rojê du gumanbarên ku li Beyoglu destdirêjî li jinekê kiribûn hatine berdan, gora Cem Garîpoglu yê Munevver Karabulut qetil kir hatiye vekirin û got: “Li Wanê jî Rojîn Kabaîş 7 rojin windaye. Li Amedê ji bo nedîtina gumanbarên Narînê hewl tÊ dayîn. Em dizanin ku gumanbar ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê digirin. Li dijî îdeolojiya serdest ya mêr, daraza mêr edelet em in.”   Sevîlayê daxuyakirin ku ji bo hesabên Ayşenur û Îkbalê bipirsin wê li kolanan bin û got li dijî tundiyê wê jiyanên xwe biparêzin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.