Li dijî komployê berxwedana dîrokî (11) 2024-10-06 09:06:05       'Paradîgmaya Rêber Apo rê li ber jiyanek nûjen vekir'   Roza Metîna    NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Newroz Demhat têkildarî komploya navneteweyî de diyar kir ku di çaryeka sedsala heyî de pirsgirêka Kurd û jinê herî zêde di vê demê de gerdûnî bû, hat bihîstin û got:" Ev yek bi berxwedana Rêber Apo û têkoşîna Tevgera Azadiyê û ya gelê Kurd pêk hat. Hêzên ku li pey tunekirina gelê Kurd bûn, niha hêza herî sereke di nava şer, qeyran û aloziyan de ne. Paradîgmaya Rêber Apo rê li ber jiyanek nûjen vekir, nexşerêya demê ragihand."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û 4 meh şûnde jî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 43 meh in jî agahî jê nayê girtin.   Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Di vê beşa dosyaya xwe de me ciha da hevpeyvîna bi rojnameger Newroz Demhat re. Newroz Demhat bersiv da pirsên me yên têkildarî komploya navneteweyî, sedem û armanca komployê û bandorên wê.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket û komploya navneteweyî dest pê kir. Dema Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê înkarkirin û êrişa li ser Gelê Kurd derbasî qonaxeke din bû. Tu bi giştî vê pêvajoyê çawa dinirxînî ?   Hêzên hegemonîk li ser herêmê û Rojhilata Navîn projeyek demdirêj bû ava kirin. Armanc jî ew bû ku di serî de li Rojhilata Navîn û li tevahî Kurdistanê serweriya xwe ava bikin. Xwestin desthilata xwe li gorî şert û mercên nûjen carek din ava bikin. Xwestin vê jî bi Plana Mezin a Rojhilata Navîn bixin merîyetê. Di çarçoveya vê planê de netew dewlet û hêzên herêmê hewl da xwe ji nû ve saz bike. Pergala ku heta niha dimeşandin êdî xetimî bû. Derketinek bi vî rengî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe bû. Ev yek ji bo xwe pêwistiyek sereke û jêneger didîtin. Soszyalîzma pêkhatî têk biribûn, heta astekê tevgerên çepgir û rewşenbîr hatibûn bêdengkirin an jî bi pergala heyî re helandin dabûn çêkirin. Edî rastiyên heyî ji bo xwe xeterî nedidîtin. Astengiyek tenê li pêşiya xwe didîtin. Ew jî hem di aliyê pergal hem jî bîrdozî de bû. Ew jî Rêber Abdullah  Ocalan û tevgera azadiyê PKK'ê bû. Ji bo vê hêzên hegemon bingeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku heta niha dewam dike û lê nehatibû binavkirin, ji wê demê de dest pê kir. Ango ji komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ve destpê kir. Rêber Apo bi awayekî şênber û pir vekirî planên sedsalan di parêznameyên xwe de raxist ber çavan. Ev yek ji aliyê her kesî ve dihat dîtin, a  sereke jî hêzên hegemon. Lewra plana tunekirina Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê ji bo xwe weke gava sereke didîtin. Lê Rêber Apo paradîgmaya nû ya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê hemû planên heyî eşkere kir.    Bi vê gavê re bi destwerdanên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê heta niha jî wekî dixwestin nekarîn encamê bigirin. Di vê qonaxa nû de Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Jinên Kurd bi perspektîfa konfederalîzmê bersiv bi sê lingên esasî dan van hêzan. Ew jî  netewa demokratîk, azadiya jinan, parastina cewherî bû. Ev her sê hîmên sereke ji aliyê tevahî jin, civak û derdorên demokratîk ve wekî hêza çareserî û hêviya pêşerojê hat hembêzkirin. Plana wan a tasfiyekirina Tevgara Azadî û Rêbertiya wê, bi paradîgmaya nû, rê li ber vekirinên hîn berfirehtir vekir. Di çaryeka sedsala heyî de pirsgirêka Kurd û jinê herî zêde di vê demê de gerdûnî bû, hat bihîstin. Ev yek bi berxwedana Rêber Apo û têkoşîna Tevgera Azadiyê û ya gelê Kurd pêk hat. Hêzên ku li pey tunekirina gelê Kurd bûn, niha hêza herî sereke di nava şer, qeyran û aloziyan de ne. Paradîgmaya Rêber Apo rê li ber jiyanek nûjen vekir, nexşerêya demê ragihand.    *  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo komployê dibêje;"Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, mehkûmê komploya navneteweyî me." Her wiha dibêje;"Di vê komployê de rola Tirkiyê gardiyantî ye". Di heman demê de balê dikşîne ser hevkariya DYA, Yekîtiya Ewropayê û Gladioya NATO'yê ya bi Tirkiyeyê re jî. Tu van nirxandinên Abdullah Ocalan çawa şîrove dikî ?   Bê guman pênaseya Rêber Apo vê yekê piştrast dike. Di her serdemê de hewldana nûjenkirina komploya navneteweyî ji aliyê hêzên hegemon ve, rola van hêzan dide nîşandan. Di heman demê rola gardiyantiyê ya Tirkiyeyê jî eşkere dike. Ji ber di her biryara derbarê Rêber Apo de tê dayîn, hevsengiya hêzên di komployê de cihê xwe girtine. Her çiqasî li ser masê wekî Tirkiyeyê bê xuyakirin jî lê di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de jî tê xuyakirin ku ne tenê Tirkiyê, DYA, Yekîtiya Ewropayê û Gladioya NATO'yê li vir xwedî rolek sereke ne. Ji ber tê zanîn Rêbertiya, Rêber Apo di vê serdemê de xwedî rolek dîrokî û stratejîk e. Ev ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û tevahî cihanê jî bi vî rengî ye. Pênaseya Rêber Apo ji bo şerê Suriyeyê, şerê Filistîn- Îsraîl, şerê Ereban û ya herî sereke jî pirsgirêka Kurd jî raxist ber çavan. Rêber Apo bi xwe hem danasîna pirsgirêka civakî hem jî çareseriya wan radigihîne.    Heta Rêber Apo dibêje “ ger derfet hebe, ez dikarim di nava 24 saetan de  pirsgirêkan çareser bikim.” Ev jî ji bo çareserkirina kaos û krîzên heyî ku bingeha xwe ji pergala modernîteya kapîtalîst digre dibe nexşerê. Ya Tirkiyeyê dike gardiyantiya pergalê ye. Ji bo berjewendiyê xwe jî bazariyê bi her kesî re dike. Beramberî gardiyantiya pergalê, qirkirina Kurdan jî wekî kartekê di destê xwe de bi kar tîne. Ji bo wê jî bi hêza NATO'yê tasfiyekirina gelê Kurd û pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê kûr dike. Em nikarin bêdengiya CPT, Konseya Ewropa, DMME (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) û YE (Yekîtiya Ewropayê) ji vê rastiyê cuda bibînin. Her wiha komkujiyên li ser tevahiya Kurdistanê, herêmên parastina medyayê bikaranîna çekên wan bi destûra van hêzên hegemon pêk tê. Tirkiye bi serê xwe nikare êriş û komkujiyên bi vî rengî pêk bîne. Ev hêzek global e, ango bi hêza gladyoya NATO’yê pêk tê.    *  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 43 meh in tu agahî nayên girtin. Niha tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan û  Gelê Kurd tê meşandin. Tu tecrîda giran çawa şîrove dikî ?   Pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê em nikarin ji komploya navneteweyî cuda bigrin dest. Komploya navneteweyî sîstematîk e. Pergala heyî ji Îmraliyê dest pê dikin û li ser tevahî civakê pêk tînin. Her çiqas pênaseya vê yekê hatibe kirin jî lê xeterî û encamên wê yên neyînî bi qeyranên rojane derdikevin holê, ji bo rastir bê dîtin û pêşî lê bê girtin divê helwestek xurtir bê nîşandan. Edî şûna gotinê helwest girîng e. Em bala xwe bidinê bi pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê re di nava van 4 salan de çi derket holê? Faşîzmê xwest xwe li her qada jiyanê heta rehên herî zirav belav bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerê qirkirin û tunekirinê gihand asta herî bilind. Di bin navê antî-terorîzmê de terora dewletê li ser civakê ferz kir. Netewperestî, zayendperestî, olperîstî civak jehrî kir. Exlaqê civakê bi vê yekê hilweşand. Tu caran qirkirina xweza, jin, zarok, tundî, kuştin ev qasî zêde nebûye. Gel li hemberî hev tên sorkirin. Civaka sivîl, rêxistinên jinan, derdorên demokratîk û azadîxwaz li ser vê ferasetê tên tecrîdkirin. Li beramberî vê têkoşîna gelan, jinan dema bê bilindkirin wê komploger têk biçin. Di roja me ya îro de terora herî xeter terora dewletê ye. Em bala xwe bidinê, çi hêza nêzî demokrasiyê û fikra azad bibe, tê hedefgirtin. Îmralî mînaka herî sereke ye. Ya ku bikare vê pergala despot ji holê rabike, têkoşînek topyekûn a li hemberî pergala îşkece û qirkirinê ya li Îmraliyê û bi wê ve ya li ser tevahî civakê tê meşandine. Heta ev pergal neyê têkbirin, ne pêkan e terora bi destê dewlet û desthilatê li ser jin, civak, xweza tê ferzkirin bê şikandin. Her wiha têkçûyîna aborî, exlaqî bi rastiya vî şerê qirêj ve girêdayî ye.    *  Em dikarin bêjin komploya navneteweyî ya ku Tirk û Yewnanên ku bi salan e dijminên hev in, anî gel hev, pirsgirêka Kurd kûrtir kir û derbeyeke mezin li jiyaneke azad û destkeftiyên jinan xist ?   Bê guman armanca komplogeran ew bû ku deskeftiyên jinan û gelên azadîxwaz ji holê rabikin. Ev xeterî hîn jî li ser jin û gelan didome. Yê ku ji destpêkê de ev xeterî dît Rêber Apo bû. Sedsala 20’î pirsgirêkên sereke yên netewî û çînî bûn. Hemû şer û têkoşîn jî derdora van her du nakokiyan hat dayîn. Lê di encamê de çareserî dîsa peyda nebû. Ji ber wê Rêber Apo di sedsala 21’ê de nakokiya sereke nakokiya cinsan pênase  kir. Ev jî kir bingeha sereke yê paradîgmaya xwe. Li şûna netew-dewlet jî netewa demokratîk kir bingeha têkoşîna xwe. Vê jî hişt ku hêzên komploger vala derkeve. Hêzên hegemon ku xwestin li pêşiya têkoşîna jin û gelê Kurd sinoran deynin, lê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê ya Rêber Apo hemû sinor derbas kir. Yê ku hişt têkoşîna jinê têk neçe û di asta gerdûnî de bandor bike jî perspektîfa netewa demokratîk, azadîxwaziya jinê bû. Ji bo wê ji ber bawerî û gelan jin li dora vê paradîgmayê bûn yek. Ger îro li tevahî Kurdistanê û parzemînan têkoşîna jinan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û zanîsta jineolojî hev digrin ev bersiva herî xurt a li dijî hêzên koploger e. Lê Rêber Apo ji ber bi awayekî dîrokî pergala netewa demokratîk, rê û rêbazên wê, xefik û derketinên wê eşkere kir,  daxwazên darbekeran pêk nehat. Xwestin bi girtina Rêber Apo re gelan li hemberî hev bidin qirkirin, lê bi têkoşîna Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û ya jinan re, êdî derketinek cîhanî çêbû. Vê jî destê hevgirtinê yê jin û gelan xurtir kir.    * 69 xelatgirên nobelê ji bo azadiya Abdullah Ocalan ê ku tecrîdeke giran li ser tê meşandin, bi nameyekê banga azadiyê kirin. 69 xelatgirên nobelê yên ku name ji Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan re şandin, di nameyê de gotin, 'bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan û pevçûna bi Kurdan re bi rêyên aştiyane bê çareserkirin'. Hûn bi taybet vê hewldanê çawa dinirxînin ?   Li cîhanê hezar û 500 parêzeran li Ewropayê bi daxuyaniyan daxwaza çûyîna Îmraliyê kirin. Bi milyonan îmze hatin komkirin. Ev dide nîşandan ji derveyî Rêber Apo tu hezek din a çareseriyê nîne. Azadiya Rêber Apo, wê bi xwe re azadiya tevahî jin û civakê bîne. Hêzên azadîxwaz û heta yên hegemon jî vê yekê baş dizanin. A ku rê li ber vê yekê vekir, têkoşîna Rêber Apo bû. Hêz û berxwedana gelê Kurd a ji bo jiyanek azad hemû cihan girt nava xwe. Cîhan hebûna xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Ger li her dera cîhanê bangên siyasî, huqîqî tên kirin, ev rastiya şênber a hêza afirîner a Apo nîşan dide. Bi paradîgmaya Rêber Apo re lêgerîna jin û gelan a ji bo jiyanek demokratîk pêş ket. Hêzên komploger armanc dikir, di serî de Tevgera Azadiyê û Rêber Apo tune bikin, lê berovajî vê rastiyek welê derket holê ku 26 sal in Kurd her roj mezintir bûn, hêza xwe bi rêxistin kirin û berxwedana xwe bilind kirin.    * Niha hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li hinek bajarên Ewropayê pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên xwendin. Bi vê re fikir û ramanên Abdullah Ocalan li her derê cîhanê belav dibe. Hûn vê çalakiyê çawa şîrove dikin ?   Rêber Apo li ser nirxandina parêznameya xwe dibêje, parêznameya min li ku be ez li wir im. Ji gotina Rêber Apo jî tê fêmkirin jiyîna bi Rêber Apo re ji nasîna fikir û felsefeya wî derbas dibe. Gelê Kurd jî di nav de li civakên din hîna baştir ramanên Rêber Apo fêm nekirine. Hewldanên bi vî rengî wê nîşan bide ku Rêber Apo ji bo tevahî civakê rê û alternatîfên çawa ava dike. Li aliyekî dinê jî pergala modernîteya kapîtalîst ku yek ji sedema tecrîdê ye, ji bo pêşî li fikrên Rêber Apo bigirin hemû rêbazan bikar tînin. Ji ber ku ramanên Rêber Apo pergala serdest pûç dike û bê bandor dike. Heger bi rastî jî fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê bên xwendin û nasîn wê her civakek ji bo pirsgirêkên xwe dikarin rêya çareseriyê bibînin. Yên ku ji vê yekê baldar in hewl didin fikrên Rêber Apo zêdetir belav bikin û jiyaneke demokratîk, azad, ekolojîk di nava civakbûna xwe de ava bikin.   * Hûn çalakiyên ku li her aliyên Kurdistanê û cîhanê tên lidarxistin çawa dinirxînin? Girîngiya van çalakiyana çi ye û bandoreke çawa di qada navneteweyî de çêdikin ?    Çalakiyên li her aliyên Kurdistanê û cîhanê tên lidarxistin helbet bandorekê dide avakirin. Bi van çalakiyan Kurd û dostên wan hişyariyek mezin didin hêzên komploger û di heman demê de peyamê didin civakê ku rêya rast ku bê şopandin bi çi awayî ye. Her wiha bi têkoşîn û berxwedanek mezin a girseyî dikare gavê bi komplogeran re paş ve bide avêtin. Ev yek jî destê Rêber Apo li hemberî pergalê wê xurt bike. Pêşiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî hêviyekê dide avakirin. Li aliyê din pergala serdest hêza xwe ji bêdengiya civakê digire. Dema  ku civakek serî hilnede, li hemberî neheqî û zilmê têkoşîn û berxwedana xwe girseyî neke helbet hêzên kapîtalîst û global gelek tiştên dermirovî bi serê civakan tînin. Çalakiyên bi vî rengî û girseyî divê hîn zêdetir bên xurtkirin û li gelek welatên cîhanê bên belavkirin.   *Herî dawî dixwazim vê bipirsim. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe divê têkoşîneke çawa bê kirin?   Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê di serî de mirov ji hêza xwe bawer be. Karibe bê rawestan asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bike. Bi nasîna raman û felsefeya Rêber Apo çawa dikare ji nav pergala serdest ku xwîna civakê vedixwe û kûjerê wê ye çareseriyekê ji xwe re bibîne. Heger mirov hêzê di xwe de ava bike û hêza heyî ji civakê re bike yek û bibe girseyî, azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî hêsan dibe. Lê heger ji aliyekî çalakiyên pasîf bê kirin û di têkoşînê de lewazî hebe, helbet ew ne pêvajoyê re dibe bersiv û ne jî ji bo şikandina tecrîdê têrker e. Civaka ku bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi hêz kiribe dikare polîtîkayên pergalên serdest pûç bike û ji bo çareseriyê li ser masê bide rûniştandin.