8 girtî ji girtîgeha Bayburtê hatin surgunkirin 2024-10-04 20:59:34   WAN - 8 girtiyên jin yên siyasî ku li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtîbûn surgunê girtîgeha jinan a Erzîncanê kirin.   8 girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtibûn saetên sibehê de surgunê Girtîgeha Jinan a Erzînganê hat kirin.  Girtîgeha Jinan a Erzînganê li malbatan geriya û agahî da malbatan. Hinceta surgunkirinê jî nehat hînbûn. Der barê rewşa tenduritsiya girtiyan de agahiyek zelal nehat girtin û girtîgehê ji malbatê re got rewşa wan baş e.   Girtiyên ji girtîgeha Bayburtê surgunê girtîgeha Erzînganê kirin navê wan wihane:Fatma Yildirim, Zeynep Erdem, Sevcan Arca, Şehrîban Akdere, Nudem Durak, Ela Kamiş, Sîbel Kaya û Hîvda Çelebî.   Li aliyê din der barê 4 girtiyên din yên jin yên li girtîgeha Bayburtê Ayfer Başlig, Gulsum Koç, Fecriye Benek û Dîlala Roj Erkmen de jî agahiyeke nehat girtin ka li Girtîgehê ne an jî hatine surgunkirin.