Tulay Hatimogullari: Ji her demê bêhtir pêwîstî bi aştiyê heye 2024-10-03 20:46:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ku beşdarî civîna gel a li bajarê Strasbourg ê Fransayê bû, bertek nîşanî tecrîdê da û got: “Ji her demê bêhtir pêwîstî bi aştiyê heye.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ku beşdarî civîna gel a NCDK’ê  ya Strasbourgê bû, rojevên DEM Partiyê û nexşerêya pêvajoya dema pêş vegot.   Tulay Hatimogullari bal kişand ser têkoşîn û kampanyayên xwe yên li dijî krîza aborî, zext û gendeliyê û bi taybet balê bir ser kampanyaya nan û edaletê.   Tulay Hatimogullari diyar kir ku bêedaletiya herî mezin li girtîgehan tê jiyîn û wiha got: “Dixwazin hem girtiyên siyasî, hem jî malbatên wan ceza bikin. Bi girtina zarokekî malbateke ji Amedê li Edirneyê hevdîtina wan zehmet dixin. Ev veguheriye sîstemeke ku êşkence li endamên malbatan dikin.”   Tulay balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Rojeva sereke ya hevdîtinên me yên bi KE’yê re û rojeva we jî ev mijar e. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê, em ji vir bi hev re ji bo Ewropa û hemû cîhanê vê peyamê didin; Belê pirsgirêkek heye. Ev pirsgirêk jî her ku diçe ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê dibe pirsgirêka herî girîng a Rojhilata Navîn jî. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dide. Di vê têkoşînê de ji bo statuyê ku mafê her gelekî ye, dixebite. Em jî dibêjin ku eger deriyên Îmraliyê vebibin wê di wateyekî cidî de xizmeta aştiyê bike.  Em ji pêvajoyekî ku ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi aştiyê heye derbas dibin.”   Tulay di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Şerê giştî sernavekî din a rojeva me ye. Em bi xeteriya şerekî pir cidî re rû bi rû ne. Operasyonên derveyî sînor ên li ser gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê, suîqestên li dijî rojnamevan û siyasetmedarên Kurd… Divê em van hemû bi awayekî topyekûn binirxînin… Dema em xebatên xurtkirina birêxistinkirina xwe didomînin, li aliyê din jî hewl didin tevgereke aştiyê ya li dijî şerê enternasyonalîst ava bikin. Ji her demê bêhtir pêwîstî bi aştiyê heye.”