Nagihan Akarsel li Şengalê hat bibîranin 2024-10-03 10:56:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera qetilkirina rojnameger û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Şengalê Akademiya Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe kir.   Akademiya Jineolojiyê bi hatina salvegera qetilkirina rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Serdeşta Şengalê dest bi kar û xebatên xwe kir. Li şaredariya gel a Şengalê Akademiya Jineolojiyê semînerek ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel da û di heman demê de zanista Jineolojiyê bi civaka Êzidî da naskirin. Semîner bi beşdariya endamên meclisa jinan a Serdeşt, Sinûn û Dugurê pêk hat. Jinên Êzidî yên ku cara yekem e li zanista jinan guhdarî dikin bi eleqeyek mezin nêzî semînerê bûn û dê semîner li ser asta Şengalê berdewam bikin.   Di dawiya semînerê de li sînevîzyonek li ser jiyana Nagîhan Akarsel hat temaşekirin di heman demê de li dengê wê yê ku behsa çanda Êzidayetiyê dikir hat guhdarkirin.   ‘Şehîdên xwe ji bîr nekin’   Ji beşdarên semînerê Êrîvan Ezda ya endama meclisa Serdeştê ye, ji ajansa NÛJINHA'yê re axivî û da zanîn ku ew ê şopdarên nirxên xwe bin û wiha got: “Îro me şehîd Zîlan bi bîr anî, em di kesayeta wê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Şehîd Zîlan kesayetek çawa bû, têkiliya wê bi hemû mirovan re çawa bû me îro bi axaftina li ser jiyana wê bêhtir wê nas kir. Banga me ji her kesê re ew e ku şehîdên xwe ji bîr nekin û li ser xeta şehîdan bin.”   ‘Şehîd Zîlan her dem behsa hêza jinan dikir’   Endama meclisa Sinûnê Delal Remo jî ji me re axivî û bang li her kesê kir ku xwe birêxistin bikin û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên jin û tevgera azadiyê ditewînin û em ê her dem li ser şopa şehîdan bimeşin. Desthilatdar li dijî jin, aştî û wekheviyê ne. Şehîd Zîlan di sala 2017’an de berê xwe da Şengalê û her dem behsa hêz û xebatên jinan dikir ji jinan re. Banga min ji her kesê û her jinê re ew e ku li ser fikrên hevala Zîlan xwe birêxistin bikin, perwerde bibînin û li dijî zulm û zordariyê û mirovên xirab bisekinin.”