Di komkujiya Vartînîsê de 31 sal: Doz li ber demboriyê ye 2024-10-03 09:06:25     Oznur Deger   MÛŞ - Komkujiya Vartînîs ku 6 zarok 9 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ket sala 31’ê. Doza komkujiyê ku ket ber demboriyê, gumanbar bê ceza hatin hiştin û dosya çû dadgeriyê.   Komkujiya Vartînîs yek ji komkujiyên ku bi destê dewletê li Kurdistanê pêk hatibû. Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Telî ya Mûşê di nav de zarok jî heyî 9 kes bi zindî hatin şewitandin. Wê demê ji heman malbatê Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin.   Daxuyaniya yekemîn ji walîtiyê hat kirin   Piştî komkujiyê daxuyaniya ewil Walîtiya Mûşê kir. Walîtiyê îda kir ku  bûyer ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin.   Şahidên bûyerê 9 kes bi zindî hatin şewitandin   Şahidê komkujiyê diyar kirin ku wê rojê leşker hatibûn gund û gotine wê gund bişewitînin û gotine gund vala bikin. Malbata Ogut ku gund terk nekir hedef hat girtin. Şhaidên komkujiyê gotibûn: “Bêyî  bihêlin kes mudaxale bike 9 kes bi zindî şewitandin. Zarokan ji paçeyê xwe dirêj dikin lê destûr nedanê.”   Dosya hat girtin   Yekane endama malbatê ku sax xilas bû Aysel Ogut li serdozgeriya Komarê ya Mûşê serlêdana sûc kir. Lê serdozgeriyê îdia kir ku gund ji aliyê PKK’ê ve hatiye şewitandin û dosya girt.   Ayselê di 2003’yan de dîsa serlêdana sûc kir û 13 sal şûnde destûra lêpirsînê hat dayîn. Piştî vê jî 20 sal şûnde yanî di 2013’yan de der barê komkujiyê de doz hat vekirin. Rûniştina 20 sal şûnde di 5’ê Kanûna 2013’yan de li Dadgeha ceza giran a Mûşê hat dîtin bi îdiaya ewlehiyê neqlê girtîgeha ceza giran a Kirikkaleyê hat kirin.   Di rûniştina duyemîn de mutala    Di rûniştina duyemîn a 10’ê hezîrana 2015’an de li Dadgeha Ceza Giran a Kiriklarê hat dîtin mutala hat dayîn. Der barê 9 kesî de ji bo her yekî 25 sal bi giştî heta 225 salan ceza hat xwestin. Di rûniştina sêyemîn de dozger mutala guhert û ji bilî cenderme yuzbaşi Bulent Karaoglu, berata hemû gumanbaran xwest. Heyetê jî berata hemû gumanbaran da.   Doz birin dadgeriyê   Parêzeran îtîrazê biryarê kirin û dosya çû temyîzê. Piştî biryar çû dadgeriyê dozger xwest biryara berata ku dadgehê daye bê xerakirin. Dozger kêmasî û naqokiyên di dosyayê de rêz kir.   Derbarê sê gumanbaran de berat hat erêkirin   Derbarê sê gumanbaran de Turhan Nurddogan, Hanîfî Akyildiz û Şerafettîn Uz de biryara beratê hat erêkirin.   Dosya birin dadgeha destura bingehîn   Piştî biryara beratê Aysel Ogut bi hevkariya parêzeran serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da. Piştî biryara derbarê Bulent Karaoglan ji aliyê dadgeriyê ve hat xerakirin yekemîn rûniştin di 21’ê îlona 2021’ê de yanî 28 sal şûnde li yekemîn dadgeha ceza giran hat dîtin. Di rûniştinê de biryara girtina gumanbar Bulent Karaoglan hat dayîn. Di rûniştina duyemîn ya di 4’ê Mijdara 2021’ê de hat dîtin de turniştin taloqî 9’ê Kanûnê hat kirin. Rûniştina sêyemîn a 9’ê Kanûna 2021’ê û ya çaremîn ya 27’ê çileyê 2022’yan jî ji ber gumanbar nehatibû girtin hat taloqkirin. Di rûniştina pêncemÎn ya 24’ê Adara 2022’yan de hat xwestin gumanbar Bulent Karaoglan bi bultena sor lêgerîna wî bê kirin.lê ji ber delîla şênber ya ku gumanbar çûye derveyê bajar tunebû hat redkirin. Di rûniştina 6’an de hat gotin wê daxwaza bultena sor bê nirxandin û taloqî 5’ê Tîrmeha 2022’yan hat kirin. Di rûniştina 5’ê Tîrmehê de jî daxwaz hat redkirin û taloqî 23’yê îlonê hat kirin. Di rûniştina 23’yê Îlonê de xetereya demboriya dozê hat bibîr xistin û runiştin taloqê 20’ê cotmehê hat kirin.   Di rûniştina 9’emîn de bultena sor hat derxistin û rûniştin taloqî 8’ê kanûnê hat kirin. Di rûniştina 10’emîn de aqûbeta serdozgeriya komarê, wezareta dadê hat pirsîn. Di rûniştina 11’emîn a 19’ê çileyê 2023’yan  hat dîtin de gumanbar dîsa nehat dîtin. Rûniştina 12’yemîn Jî bi heman hincetê hat talqokirin. Di rûniştina 13’yemîn de  gumanbar dîsa nehat dîtin. Di ya 14’emîn de jî tu pêşketin çênebû. Di ya 15’emîn ya 7’ê hezîrana 2023’yan de hat dîtin de dîsa xetereya rîska demboriyê hat bibîrxistin.   Di rûniştina 16’emîn de tu pêşketin çêbûne û rûniştin dîsa ji ber nedîtina gumanbar hat taloqkirin. Di ya 17’emîn de jî pêşketin tunebû. Di ya 18’emîn de jî dadgehê daxwaza sûcê li dijî mirovahiyê nenirxand. Di rûniştina 19’emîn de demborî dihat payîn lê agahiyên SKG’ê hatin xwestin.   Rûniştina 20’emîn di 4’ê Kanûna 2023’yan de hat dîtin û biryara esas hat dayîn. Dadgehê biryar da ku bikeve ber demboriyê û biryara girtina derbarê gumanbar Bulent Karaoglu de rakir.   Dosya çû dadgeriyê   Parêzeran li ser biryara demboriyê dosya şand Dadgeriyê. Dosya li dadgeriyê dipê.