Berxwedêra Polonez: Jin dest ji berxwedanê bernadin 2024-10-03 09:03:45   STENBOL - Berxwedêra Polonez Yasemîn Sayin ku yek ji 146 karkerên ku ji ber sendîkayî bû ji kar hat avêtin wiha got: “Em li mafê xwe geriyan. Gotin ‘hûn di riya şaş de ne’. Em natirsin. Em serî natewînin. Jin dest ji qada berxwedanê bernadin.   Karkerên Fabrîkaya Xurekan a Polonez ku sermayeya wê ya Urdunê ye û li navçeya Çatalca ya Stnebolê ye, ji ber şert û mercên xerab, kêmbûna mûçe bûn endamên Sendîkaya Tekgida-Îş. Li ser vê karkerên bûn endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin.  Karkerên çûn çalakiya rawestandina kar jî ji kar hatin avêtin. 146 karkerên bi Kod-46 bêyî tazmînat ji kar hatin avêtin, li ber fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Karker bên binçavkirin jî tundî lê bê kirin jî berxwedana we didomînin.   ‘Em li mafê xwe geriyan em avêtin derve’   Berxwedêra Polonez Yasemîn Sayin da zanîn ku li dijî xerabûna şert û mercan bûne endamê sendîkayê û li berxwe dane. Yasemînê wiha anî ziman: “Mûçeyê me diket û me nikaribû debara xwe bikin. Em bûn endamên sendîkayê. Wê hefteyê beriya ku bi me re biaxivin di nîvê şevê de peyam şandin û em ji kar avêtin. Sûcê me tunebû. Em li mafê xwe geriyan. Em avêtin ber derî. 17 hezar mûçe didan me lê du hezar jê dibirîn. Me digot çima dibirin digotin dewlet dibire. 5 zarokên min hene. Ez çawa bi 15 hezarî debarê bikim. Me zem xwest nedan me. Em jî bûn endamên sendîkayê. Bi mesayiya nav hefteyê û xebata dawiya hefteyê 19 hezar didan. 6 sal in li wir dixebitim. Kurê min jî salek û nîv bû li wir dixebitî em her du jî ji kar avêtin.   ‘Tehdîda ‘hûn di riya şaş de ne’   Yasemînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Karkeran wek kole bikar tînin. Mobîng pêk dianîn. Piştî em bûn endamên sendîkayê gotin ‘hûn di riya şaş de ne wê serê we biçe, we xwe rêxistin kiriye’. Me jî got em li mafê xwe digerin. Gotin em ji sedî 25 zem dikin û îkramiyê didin. Lê me qebûl nekir. Em 146 kes ji kar derxistin. Di nav van karkeran de yên 20 sal bûn dixebitîn hebûn. Polîsan em bi kelepçeyê binçavkirin. Çima me binçav dikin. Me kes nekuştiye, me dizî nekiriye. Em li mafê xwe digerin. Jin dest ji berxwedanê bernadin. Em natirsin. Em serî natewînin. Heta em mafê xwe negirin em ê têbikoşin.”