'Nasnameya Narînê ji aliyê birayê wê ve radestî dozgeriyê hate kirin' 2024-10-02 12:43:30     AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ku nûçeyên ku nasnameya Narîn Gûran ku di çenteyê de hatiye dîtin derewand û got, "Nasnameya Narînê ji aliyê birayê Narînê Baran ê hat Tiba Edlî ve radestî dozgerê lêpirsînê hat kirin. "    Lêpirsîna der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya ku 19 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin ku di 21'ê Tebaxê de li navçeya Rezan a Amedê hatibû windakirin, dewam dike.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren der barê lêpirsînê de agahî da, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nûçeya ku nasnameya Narîn Gûran di çende de hatiye dîtin derewand.   Nahît da zanîn ku ji bo ronîkirina bûyerê eleqeya gel girîng e, lê divê rastiya agahiyên ku hatine parvekirin bê tesdîqkirin û wiha got: “Nasnameya Narînê ji aliyê birayê Narînê Baran ê ku hat Saziya Tipa Edlî ve radestî dozgeriyê hat kirin. şeva otopsiyê."   'Ji pêvajoya lêpirsînê re tu feyde nîne'   Parvekirina Nahît wiha ye: "Em pêvajoya lêpirsîna Narînê bi baldarî dişopînin. Komîsyona ku ji aliyê baroya me ve hatiye avakirin, xebatên xwe bi kelecan didomîne. Em bendewariyên  raya giştî yên mafdar dizanin ku divê sûcdar di demek nêz de cezayê ku heq dike werbigire. Bi vê bendewariyê re eleqeya raya giştî û çapemeniyê ya ji bo dosyayê û pêvajoya lêpirsînê gelek bi qîmet û girîng dibînin, lê ez dixwazim diyar bikim ku gelek agahiyên şaş jî tên parvekirin û ev li pêvajoya lêpirsînê re nabin alîkar.   Nasnameya Narînê ji aliyê birayê Narîn Baran ê ku şeva otopsiyê hat Saziya Tipa Edlî ve radestî dozgerê lêpirsînê hat kirin. Wekî ku tê îdiakirin ne di çenteyê de bû.  Dem bi dem, pêdivî pê heye ku em van agahiyên şaş rast bikin ji bo ku agahiyên rast bên pedakirin.    Weke ku min berê jî diyar kiribû, em ê bi biryardariyeke mezin daxwaza edaletê bikin  û têkoşîna ji bo Narînê bidomînin.