Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin 2024-10-02 10:40:29   COLEMÊRG - Komên VEDAŞ’ê û polîsan li navçeya Geverê di bin navê “kontrolkirina ceyrana qaçax” bi ser taxê de girt. Welatiyan jî bertek nîşan dan.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) di saetên zû yên serê sibehê de li Taxa Ormanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi “kontrolkirina ceyrana qaçax” kir. Polîsan jî bi wesayîtên zirxî hatin taxê.    Şêniyên taxê jî bertek nîşanî rewşê dan. Piştî berteka welatiyan, polîsan gule li hewayî reşandin. Her wiha polîsan bombeyên gazê û fîşekên plastîk bi kar anîn. Ciwanên taxê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.    Dorpêça polîsan a li ser taxê didome.