'Wê panelên tên lidarxistin bibin bingeha yekîtiya jinan' 2024-10-02 09:03:56   Mîdye Miqted   HELEB - Berpirsiyara Ofîsa Têkiliyên Dîplomasî a Meclisa Jinan a Sûrî Eyşe Hiso têkildarî panela ji aliyê jinan ve li Helebê hat lidarxistin da zanîn divê jin di panelên bi vî rengî de her werin gel hevdu da ku tundî û koletî ji holê rabin û wiha got:" Wê xebatên bi vî rengî, panelên bi vî awayî tên lidarxistin bibe bingeha yekîtiya hemû jinên Sûriyeyê. Ji bo azadiya hemû jinan divê em her tim di panel, semîner, meş û çalakiyên cuda de bên gel hevdu. "   Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li Helebê panelek bi sernavên "Derketina ji asoyên tarî" û "Dema jiyanê di nasnemeya jinê de" bi beşdariya gelek jinên ji bajarên cuda, li dar xist. Jinan di vê panelê de nêrîn û nîqaşên xwe anîn ziman û li ser lêgerîna ji bo çareseriya pirsgirêkan jî kûr bûn.    Berpirsiyara Ofîsa Têkiliyên Dîplomasî a Meclisa Jinan a Sûrî Eyşe Hiso têkildarî mijarê nirxandin kir. Eyşe bi lêv kir ku ji bo serdestiya mêr bi dawî bibe û jin êdî neyên kuştin, îşkence û destdirêjiyê nebînin nîqaş û nêrînên di panelên bi vî rengî de gelekî girîng in.    'Nêrîn û nîqaşên dewlemend derketin holê'   Berpirsiyara Ofîsa Têkiliyên Dîplomasî a Meclisa Jinan a Sûrî Eyşa Hiso da zanîn hatina gel hevdu ya jinan a di panelên bi vî rengî de ji bo çareseriya pirsgirêkan gelekî girîng e û wiha got:" Dema ku li bajarê Helebê komxebatek ku di bin sîwana wê de jin ji gelek bajaran beşdar dibin rengê wê beşdarbûnê hem êş û azara jinên Sûriyeyê hem jî têkoşîna wan nîşan dide. Bi vê re riyên nû ji çareyek guncav re vedike. Di vê panelê de hemû cure kiryarên ku derheqê jinê de li hemû Sûriyeyê tê kirin hat nîqaşkirin. Ne tenê têkildarî kiryarên ku li ser jinan tê meşandin lê belê riyên çareseriyê ji ku dest pê dike bi wê nîqaş û nêrînên dewlemend derketin holê. Jin di vê panelê de li dijî tundiyê derketin."   'Zagonên dewletê nakevin xizmeta jinan'   Eyşe bal bir ser biryarên ku ji aliyê beşdaran ve hat pêşkêşkirin û wiha dewam kir:"Di panelê de hemû jinan teqez kirin ku jin xwedî hebûn û nasnameyekê ne. Lê belê civaka ku ji aliyê hişmendiya mêrê serwer ve tê birêvebirin bû sedema ku jin were pişaftin û kolekirin. Ne tenê ew lê belê beşdaran teqez kirin ku jinên Sûriyeyê pêdiviya wan bi hevpeymanek nû heye ku bi destê jinan were nivîsandin. Ji ber ku hemû zagonên ku dewletê derxistiye holê nakevin bin xizmeta jinê her tim ketî bin xizmeta mêr."   'Wê panelên tên lidarxistin bibin bingeha yekîtiya jinan'    Di dawiya axaftina xwe de Eyşe derbarê encama dawî ku ji panelê derketibû de wiha got:"Weke encam nameyek dawî ku ji vê xebatê derket ew bû  ku em ê gavên çawa di pêşerojê de bavêjin da ku em bikaribin komxebata xwe bixin meriyetê û pêk bînin. Her wiha hat teqezkirin ku di bin sîwana Meclisa Jina Sûrî de wê bikaribin vî barî hilgirin û bibin sedema çareserkirina aloziya heyî. Hat gotin wê xebatên bi vî rengî, panelên bi vî awayî tên lidarxistin bibe bingeha yekîtiya hemû jinên Sûriyeyê. Ji bo azadiya hemû jinan divê em her tim di panel, semîner, meş û çalakiyên cuda de bên gel hevdu. "