Ji bo daxuyaniya li dijî madenên li Pasûrê bang 2024-10-01 17:49:46   AMED - Li dijî madena ku wê li Hewzaya Kasor a li Pasûrê bê çêkirin wê 6’ê cotmehê de daxuyaniyek girseyî bê dayîn.   Li Pasûr a Amedê li Hewzaya Kasor ku taxên Gavgas, Kuyê, Avdegês, Arqetîn û Xuruç dihewîne wê faliyetên madenê bê destpêkirin. Li dijî vê 6’ê cotmehê de wê daxuyaniyek bê dayîn. Daxuyanî wê li taxa Awgêdas\Tiyaxs bê dayîn û  saet di 12.00’an de wê girse bê gel hev. Der barê daxuyaniyê de Platforma Parastina Hewzaya Kasor a Pasûr li ser çapemeniya dijîtal daxuyaniyek da û banga tevli bûna daxuyaniyê kir.