Însiyatîfa ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya 2024-10-01 16:41:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên ji bajarê Dirbêsiyê yên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, bi endamên Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê re civiyan û got ew bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî kir.   Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de bi şêniyên ji bajarê Dirbêsiyê yên li gel Rêber Abdullah Ocalan rûniştine re civiya.   Destpêka civînê, însiyatîfê li pêşniyar û nêrînên şêniyan têkildarî bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê guhdarî kir.   Şêniyan behsa civînên li gel Abdullah Ocalan kir û got Abdullah Ocalan teqezî bi girîngiya pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî kiriye.   Şêniyan diyar kir ku şoreşa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo azadiya gelan, gelê Kurd vejand.   Şêniyan careke din gotin ew bi ramanên  Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û dê li ser rêya wî têkoşînê berdewam bikin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.   Endama însiyatîfê Necah Gulo jî axivî û got jinan bi saya vê ramanê, qeydên civakî yên zihniyeta baviksalariyê şikandin û di şoreşê de rol lîst. Necah destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rûmeta gel li hember pergala îşkence û qirkirinê li ber xwe dide.   Necah ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li her kesî kir ku li qadan bin û têkoşînê mezin bikin.   Di dawiyê de teqezî bi belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan, mezinkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzkî û ragihandina dengê gelên banga azadiya wî dikin, hate kirin.