Li Spanyayê semînera ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 2024-10-01 13:40:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa Jinan li bajarê Soto De Real ê Spanyayê, di çarçoveya Pêngava Azadiyê de ya ji bo Abdullah Ocalan semînerek hat lidarxistin.   Li bajarê Soto De Real ê Spanyayê bi alikariya Kolektîfa Jinên Femînîst û Konseya Bajêr di çarçoveya qonaxa duyem ya Pêngava Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de semînerek hate lidarxistin.   Nûnerên rêxistinên jinan û gelek kes beşdarî semînera li Navenda Çandê ya Choaz De La Sierrayê ya bi navê "Şoreşa Jinên Kurd: dîrok û persfektîfa wê" bûn. Moderatoriya semîrê ji aliyê nûnera kollektîf a ji gelê Mapûça Nelîdayê ve hate kirin û di gel tecrûbeyên 45 salan ên tevgera jinan mijara tecrûbeya jinan a Rojava ji aliyê Nûnera Kongra- Starê a Ewropayê Rohash Shexo ve hate nirxandin.   Aktîvîsta jin Nelîda anî ziman ku tevgera azadiyê ya jinên Kurd têkoşîneke şoreşgerî pêş xistiye û ji bo gelek gelan bûye îlham. Nelîda diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku wê bi azadiya jinan re azadiya civakî pêk were û got: "Li hemberî zordestiya otokratîk, baviksalarî, mêtingeh û berjewendparêz ji bo parastina maf û azadiya jinan em ê têkoşîneke azadiyê ya di pêşengiya jinên Kurd de nas bikin."   Nûnera Kongra-Star a Ewropayê Rohash Shexo da zanîn  ku xeta azadiya jinan esas digire ya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan li Rojava çawa pêk hatiye. Rohash diyar kir ku  Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e û ev yek anîn ziman: 'Kongra-Star di nava pergala konfederal a demokratîk a Rojava de rêxistineke sîwan e. Di serî de wekheviya civakî di qadên civakî, ekolojîk, siyasî, dîplomasî û rêveberiya xweser de xwedî roleke mezin e… Bi qasî îdelojiya azadiya jinan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê jiyîn, jin li hemû qadan îradeya xwe bi dest dixin.'   Rohash Shexo, anî ziman ku li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi pêşengiya jinan berxwedan û têkoşîneke bêhempa hatiye raberkirin û wiha got, “Li aliyek berxwedan û têkoşînek dijwar hat dayîn, li aliyê din li ser bingeha azadiya jin û wekheviyê me pêşengî ji avakirina demokrasiya radîkal kir. Em îro ji aboriyê heta ekolojiyê, ji siyasetê heta dîplomasiya li Rojava li her qadê xwe bi rêxistin dikin. Li dijî modernîteya kapîtalîst, her cure zayendîperestî, zîhniyeta baviksalarî û sîstemên mêrsalarî, ji bo birêxistinkirina jiyana alternatîf em têdikoş in. Li her qadê sîstema hevserokatiyê esas tê girtin. Jin di mekanîzmayên biryardayînê de rola xwe dilîzin.  Jin xweparastinê pêş dixin. Li dijî her cure tundî hem em têdikoş in hem jî bi nîqaşên perwerdeyan bi civakî dikin.”   Rohash, diyar kir ku xebata demokratîk a radîkal a Kongra-Starê ji komun û meclîsan pêk tê û got ku, ji gundan heta tax û bajaran bi rengekî kolektîf û wekhev xwe birêxistin kirine û xebatên xwe dimeşînin. Rohaş Şêxo, da xuyakirin ku êrîşên zîhniyetên barbar ên paşverû yên mîna dewleta Tirk û DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava dewam dikin û wiha dom kir, "Şoreşa Rojava li ser bingeha paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiya jinê, sîstema xwe ava dike. Sedema bingehîn a êrîşên li ser Rojava, avabûna sîstema azadiya jinê ya ekolojîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e. Feraseta netewe-dewletê ya mêtinger dizane ku ev sîstem her ku bi pêş bikeve, wê dawî li hebûna wan bîne. Û bingeha rastiya êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê dewletên desthilatdar-mêtinger, dewletên kapîtalîst, hêzên paşverû û alîgirên wan ev e. Parastina şoreşa Rojava parastina şoreşa jinê ye."   Di semînerê de li ser dîroka têkoşîna jinên kurd, nêrînên wê yên felsefî û îdeolojîk û rêgezên wê yên bingehîn nîqaş hat kirin û behsa bandora wê ya li ser pêkhateya civakî ya Kurdistan û Rojhilata navîn. Her wiha li ser têkoşîna jinên Kurd çawa sîstema mêrsalarî, netew-dewlet û çanda serdest a mêr hejandiye hat nîqaşkirin. Di semînerê de hat destnîşan kirin ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji dirûşmeyek bêhtir xeta azadiyê ye û hat destnîşankirin ku xeta siyasî û civakî ya azadiya jinê li Rojhilata Navîn bi ramanên Abdullah Ocalan bi jiyanî dibe.   Piştî pêşkêşkirinan pirs hatin pirsîn û bersiv hatin dayîn. Jinên Spanyayî ku yekemcar bi tevgera jinên Kurd re civîn, dan xuyakirin ku paradîgma kelecaneke mezin daye wan. Ji bo şoreş û têkoşîna jinên Kurd ji nêz ve bê nas kirin behsa girîngiya hevgirtin û têkoşîna bi hev re hat kirin. Jinan bal kişand ku divê di zûtirîn demê de bi Tevgera Jinên Kurd re toreke hevgirtinê were avakirin.