'Rêya 3'emîn ji bo pêşeroja demokratîk girîng e' 2024-10-01 13:39:25     ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya ku derbarê destpêkirina sala nû ya ya li meclisê hat destpêkirin axivî, diyar kir ku ew ê xbatên xwe bi perspektîfa rêya 3'emîn bidomînin û got, " Rêya 3'emîn ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê gelek girîg e."    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li meclisê civîn li dar xist got: “Divê Meclis bibe meclisa çareserkirina pirsgirêka kurd. Me amadekariyek taybet û berfireh li ser budçeyê kiriye û  Em ê mafê budçeyê yê gel biparêzin.”  Gulîstanê  da zanîn ku ew wek DEM Partiyê ji bo li Meclisê bibin dengê gelan ji xwe re kirine rêgez û ew ê xwedî li beşa civakê derkevin û bibin dengê gelan, baweriyan, nasnameyan, kedkaran, karkeran, jinan û zarokan.    Gulîstanê anî ziman ku demek dirêj e ku ferasetek dixwaze parlamentoyê ji cewhera parlamentoyê derbixe serdest e û got: “Dixwazin parlamentoyê bêfonksiyon bihêlin. Pêvajoyên qanûnêndanînê ji parlamentoyê direvînin û dibin qesrê. Em bi aqilê desthilatdariyek ku Meclisê veguherandiye fabrîqeya qanûnçêkirinê re rû bi rû ne. Me li dijî hişê vê desthilatdariyê her tim muxalefet kir. Me serê xwe her tim rakir û me îtîraza xwe li her asta Meclisê kir. Desthilatdarî nemaze pêşnûmeyên qanûnên ji bo alîgirên xwe, derdorên xwe û sermayeya xwe anî parlamentoyê. Çiqas qanûnên li dijî gel hebin li vê parlamentoyê hatin çêkirin û qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de me pêşnûmeyên qanûnên ku gel, kedkar, karker û hemû beşên civakê jê sûdê werbigirin amade kir û pêşkêşî Meclisê kir. Çimkî em dixwazin ev meclis bibe meclisa çareseriyê û meclisa gel. Çareseriya demorkatîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd yek ji daxwazên herî bingehîn û serek ya DEM Partiyê ye. Ev rêgeza me ya herî bingehîn e. Em ê li Meclisê heta dawiyê bibin deng û daxwaza gelan û bindestan.”    ‘Dixwazin dengê muxalîf qut bikin’    Gulîstanê destnîşan kir ku desthilatdariyê Meclisê li gel girtiye û desthilatdarî dixwaze deng û daxwazên muxalefetê qut bike. Koçyîgît da zanîn ku ew Serokê Meclisê vedixwîne ku pêşî li tundiya AKP’ê ya li Meclisê bigire. "   Rêya 3'emîn    Gulîstanê bal kişand ser Rêya Sêyemîn a DEM Partiyê û got: “Em ê wek DEM Partiyê xeta me ya Rêya Sêyemîn hem di serdema nû de hem jî di hemû siyaseta xwe de hem jî li Meclisê hûrûkûr bikin û bikin ku her kes bibîne. Siyaseta Rêya Sêyemîn ji bo siberoja demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e. Mafên feqîran, bindestan, jinan, ciwanan, xwezayê û jiyanê bi siyaseta Rêya Sêyemîn dikare were parastin. Em ê di siyaseta xwe ya Rêya Sêyemîn de li dijî şer aştiyê, li dijî faşîzmê demokrasiyê li dijî zextan azadiyê ava bikin. Em ê wekî DEM Partiyê li her deverê li dijî zextan û siyaseta faşîst têkoşîna xwe bidomînin. Me amadekariyek taybet û berfireh li ser budçeyê kiriye. Em ê mafê budçeyê yê gel biparêzin.”