Newaya Jin bi sernavê 'Cotmeh meha berxwedanê ye' derket 2024-10-01 10:08:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 235'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve' hate weşandin.   Rojnameyê cih da nêrînên kesayetên enternasyonalîst ên tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' bûn, ku Cotmeha par destpê kir.   Ji kesên ku ji bo pêngavê bang kirin Marija Makedonia bersiv da pirsên Newaya Jin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke 'Yek ji şoreşgerên sereke yên serdemê' pênase kir. Marija Makedonia got, "Tezên wî ji bo min asoyan diafirîne, rê nîşan dide." Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê-EFA Lorena Lopez de Lacalle jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Ya ku dixwazin bikin, astengkirina îradeya çareseriyê ye, lawazkirina hêviyê ye."   Di rûpelên Kurdî de jî Şervîn Nûdem encamên çalakiyên bênavber ên salekê yên li cîhanê nirxand û destnîşan kir ku heqîqeta azadiyê bi pêngavê re gerdûnî bû.   Cotmeh meha berxwedanê ye   Cotmeh di heman demê de weke meha şehîdên jin tê zanîn. Di hejmara vê mehê de cih ji Şehîdên Cotmehê re hate dayin ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xistin. Haskar Kirmizigul li ser mijarê gotarek amade kir û anî ziman ku meha Cotmehê kurteberiya dîroka tevgera jinên Kurd e û got, "Diyalektîka Tevgera Jinê ya Kurd di vê mehê de veşartî ye. Cotmeh meheke berxwedêr e. Kûrahiya îdeolojîk a pêşengên jinê yên di oxira heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan, hêza wan a hevrêtiyê, parêzeriya wan a xetê bûye hêmanên bingehîn ên şoreşa jinê."   Kedkarên çapemeniyê yên tevlî karwanê nemiran bûn    Rojnameya Jinê bi wesîleya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd cih da kedkarên çapemeniyê yên tevlî karwanê nemiran bûn. Rojnameyê beşek ji rojnivîska Gûrbetellî Ersoz weşand û nivîsek Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Hêlîn Mûrat (Nûrten Kiliçarslan) a ku sala 2017'an şehîd bû ku ji bo rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di sala 2010'an de nivîsî bû, weşand. Şîlan Aras sala 2006'an ji bo lêkolînkirina xwekuştina jinan çûbû Rojhilatê Kurdistanê lê belê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû kuştin.   Yên ku hêviyê ji tarîtiyê dikin    Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî diyar kir ku salên dawî bi zanebûn neçar dihêlin ku cenazeyên gerîla nîvê şevê bêne veşartin û got, "Ev yek wê ti carî ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin û bibe hinceta têkoşînê."   Berxwedana jinê vediguhere şoreşê    Di beşa dosyayê de ku ji belgeya 'Şoreşa Jinê' ya PAJK'ê hate amadekirin, bi sernavê 'Berxwedana jinê vediguhere şoreşê' qala serhildana beriya 2 salan hate kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û li cîhanê belav bû.   Çavdêriya li ser kampa Jineolojiyê   Di rûpela cîhanê de jî hevpeyvînek li ser gelê lenca û têkoşîna jinên wê hate weşandin. Dîlber Aydin bi Koordînatora Giştî ya COPINH'ê Bertha Zuniga Caceres re li ser Berta Cacares ku 2016'an hate qetilkirin, mîrateya wê, têkoşîna wê ya ji bo hawirdor, xak û jinê û aliyên hevpar ên bi Tevgera Jinê ya Kurd re axivî.   Di rûpela Jineolojiyê de jî çavdêriya li ser kampa Jineolojiyê ya sêyemîn a li Fransayê hate weşandin.   Narîn û polîtîkayên şerê taybet    Di rûpelên Kurdî de ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna têkildarî kuştina Narîn û polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bi Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça re axivî. Ceylan Akça diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi armanca rizandina civakî têne meşandin û got, "Dewlet dixwaze bi vê rêyê civakê asîmîle bike, refleksên civakî lawaz bike."   Bêrîtan Zagros jî di gotara xwe ya bi sernavê "Mutabaqata bi ser bikeve-winda bike" ya navbera Iraq-Tirkiye û PDK'ê nirxand.   Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Hevseroka PJAK'ê Viyan Peyman re. Peyman di salvegera duyemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li ser berxwedan û têkoşîna jinê ya li Îranê û Rojhilat, êrîşên dewleta Îranê, guherîna civakî ya KJAR'ê û rola jinê ya di têkoşînê de peyamên girîng da.   Ji Japonya û Efganistanê portreyên jinê    Di rûpelên portreyê de Fîdan Yildirim qala Fusae Ichikawa kir ku li Japonyayê ji bo mafê dengdanê, kar û perwerdeyê yê jinê têkoşiya. Berjîn Têkoşer jî qala du helbestvanên jin ên li Efganistanê Mexfî Bedexşî û Mehcube Herevî kir.   Têkildarî Ayşe Tuci (Mizgîn Zerya) ku 20'ê Tebaxa 2020'î şehîd bû û Berjîn Canda ku 7'ê Nîsana 2024'an şehîd bû nivîsên bîranînê li rojnameyê hatin weşandin.   Rojname li ser navnîşana înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.