'Yên herî zêde di nava vê aloziyê de zirar dîtin jin bûn' 2024-10-01 09:03:42   Mîdye Miqted   HELEB - Ji Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûrî a Giştî Gulan Silêman têkildarî kiryarên ku li herêmên ketine binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê wiha got:"Di encama dewamkirina kiryarên ku derheqê jinê bi taybet li herêmên dagirkirî tên berdewamkirin em çalakiyan organîze dikin. Daxwaza me ew e ku em panelên xwe yên li dar dixin bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin."   Êrişên dewleta tirk ên li dijî jinan û Gelê Kurd dewam dikin. Bi taybet jî li herêmên ketine binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê jin tên revandin, tecawizkirin û îşkence li wan tên kirin. Ji Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûrî a Giştî Gulan Silêman têkildarî kiryarên ku li herêmên ketine binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê nirxandin kir.    'Yên herî zêde di nava vê aloziyê de zirar dîtin jin bûn'    Ji Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûrî a Giştî Gulan Silêman da zanîn ên herî zêde di nava vê aloziyê de zirar dîtin jin bûn û wiha got:"Di encama dewamkirina kiryarên ku derheqê jinê bi taybet li herêmên dagirkirî tên berdewamkirin em çalakiyan organîze dikin. Daxwaza me ew e ku em panelên xwe yên li dar dixin bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin. Jixwe ev kiryarên berdewam ji destpêka aloziya Sûriyeyê dest pê kir. Gelek jin hatin tecawizkirin, kuştin û revandin. Bi giştî yê herî zêde di nava vê aloziyê de zirar dîtin jin bûn û bi vî awayî ji bo derxistina rastiyên ku ev alozî bi xwe re anî me hemû jin di bin sîwana Meclisa Jina Sûrî de kom kir û ev pirsgirêk bi hev re parve kir."   'Ji bo doza jinê zagon neketin meriyetê'    Di berdewamiya axaftina xwe de Gulanê da zanîn divê zagon ji bo parastina jinan têkevin meriyetê û wiha dom kir:"Bi organîzkirina komxebatên bi vî awayî em armanc dikin ku bigihêjin nêrînek hevbeş ku em hemû jinan biparêzin. Divê zagon ji bo parastina jinan têkevin meriyetê. Lê belê ji bo doza jinê zagon neketin meriyetê."   'Bi avakirina malbetek demokratik wê hevjiyana azad gengaz bibe'   Gulanê bal kişand ser avakirina malbateke demokratîk û wiha got:"Di panela me de li ser du mijarên girîng hat guftugokirin. Yek 'Dema jiyanê di nasnemeya jinê de' û 'Derketina ji asoyên tarî' li ser her du rehengan gelek nîqaş bi pêş ketin. Her wiha ji ber me karî pirsgirêkan di rehinga yekem de vegota û diyar bikira rehenga duyem bû hêza çareserî û xelasiya ji van pirsgirêkan. Gelek biryar hatin girtin weke ku divê jin xwe bixwe biparêze, di milê aboriyê de xwe pêş bixe. Derfet çi be bila bibe divê jin hebûna xwe îfade bike xwe bi rêve bibe û li ber destê mêr nenêre. Her wiha ji ber ku jin û mêr bi hev re dijîn divê her du jî barê dewamkirina berpirsiyara li malê hildin ser milê xwe. Ev yek jî wê bi avakirina civak û malbatek demokratîk gengaz bibe."   'Divê biryarên em digirin li ser kaxizan nemînin'   Di berdewamiyê de Gulanê ev tişt anî ziman û got:"Ji ber ku jin civak bi giştî ye, ew ê bikaribe demokratikbûnê ava bike. Di nava komxebatê de jî li ser zewaca bi temenê biçûk gelek nîqaş hatin kirin. Îro ger zarokên keç bi temenekî biçûk bê zewicandin wê di gelek pirsgirêkan re derbas bibe, ew jî ji ber netemambûna laşê wê û netêgihiştina rast a ji wateya zewacê ye. Ev yek di heman demê de bi xwe re civakek ne temam û nezana ava dike. Her wiha hat pêşniyarkirin ku li hember zewaca bi vî awayî divê bend werin dayin û pêşî lê were girtin. Her wiha jin nekever destê zihniyeta mêrsalar her wiha em bikaribin bi van komxebatan xwe pêş bixin ji bo tevahî jinan. Divê biryarên ku em digrin tenê li ser kaxizan nemînin û em pêk bînin."   'Bi azadbûna jin û mêr wê civakek hevbeş ava bibe'   Di dewamiyaa axaftina xwe de Gulanê da zanîn ku her jinek li ku bi neheqiyê rû bi rû bimîne ew ji vê berpirsyar in û wiha got:"Ji ber ku em bi israr in ku xwedî li jinan derkevin her jinek li ku dibe bila bibe heger neheqî li wan bê kirin wê demê em berpirsyar in lewma divê em bêhtir asta zanebûna jinê bilind bikin. Lê belê divê em mêran jî perwerde bikin ji ber ku bi azadbûna jin û mêr wê civakek hevbeş ava bibe."   'Em ê bendên çareseriyê ava bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Gulanê bi bîr xist ku divê ne tenê di qadên civakî de lê belê jin di qadên siyasî de jî divê cihê xwe bigrin û got:"Bi qasî hewcedariya me heye ku îro jin di nava civakê de bibe xwedî biryar lê divê jin di warê siyasî de jî cihê xwe bigre û bibin xwedî biryarên ku divê derkevin pêş û bibin xwediyê gotinba xwe. Ji ber ku jin ji hemû gelek bajaran hatin û amede bûn loma rengekî nû derxistin pêş û li gorî daxuyaniya gotin ew ê komîteyên xwe ava bikin û bendên ku li ser hatin nîqaş kirin bixin meriyetê û bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin. Em ê bş hev re bendên çareseriyê ava bikin."