Ji bo mîtînga 13'yê Cotmehê bang: Divê tecrîd bê dîtin 2024-10-01 09:02:44     Gulîstan Gulmuş   AMED - Endamên DEM Partiyê ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bê lidarxistin, gotin, "Divê em li ser rêya azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi hev re tevbigerin."   Li gel ku 3 sal û 7 meh derbas bûn jî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nîne.  Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re û di 3'ê Adara 2021'ê de jî bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtin pêk anî, di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re tenê bi telefonê axivî.  Di vê pêvajoyê de parêzerên wî hem li CPT'ê û hem jî li Wezareta Dadê gelek serlêdan kirin. Lê belê hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin. Di vê pêvajoyê de ji aliyê partiyên siyasî, sazî û rêxistinan û xizmên girtiyan ve gelek çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de ji ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd kampanyayek hat destpêkirin. Niha jî li bendê ye ku di 13'ê Cotmehê de bi awayekî giresî û bi tevlibûna gelek aliyayn siyasî û saziyên sivîl li dijî komplo û tecrîda li Îmraliyê mîtîng li Amedê bê lidarxistin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Adalet Kaya û Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Ateş Koç têkildarî mîtînga mezin a 13’ê Cotmehê ku dê  bê lidarxistin axivîn.   'Her kesê/a ku tecrîdê hîs dike divê tevli mîtîngê bibe'    Endama PM'ê ya DEM Partiyê Hulya Ateş ku di komîsyona amadekariya mîtînga 13'ê Cotmehê de cih digire, diyar kir ku xebat li hemû bajaran bi taybetî li Amedê dewam dikin. Hulyayê da zanîn ku wan jî ji bo mîtîngê serlêdan kirine û got, “Gelek girîngeku hemû kesên bindest, ciwan, jin, zarok, hemû kesên ku tecrîdê hîs dikin, li wir bin ji bo karibin dengê xwe bilind bikin di mîtînga azadiyê de cih bigirin. Em girîngiyeke mezin didin vê mîtîngê û di wê baweriyê de ne ku dê xebat bi awayekî baş, bi plan, bi fedakarî û disiplîneke mezin bê kirin.   'Em bi rêxistinbûna xwe bawer in'   Huluya anî ziman ku ji bo azadiya gelan divê têkoşîneke rêxistinkirî esas bê girtin û wiha got: “Di 12’ê Îlonê de li Amed û Stenbolê daxuyaniyên me yên hevdem hatin weşandin. Bi daxuyaniyê re mîtînga me ya 13’ê Cotmehê jî hate îlankirin. Banga me wê ew be ku ji çar aliyê Tirkiyeyê heta Amedê meş bê lidarxisitn.  Em ji Tirkiyeyê hê zêdetir beşdariyeke temsîlî hêvî dikin û banga me jî di vî warî de ye. Em zêdetir bi hêza xwe bawer in. Em di nava çerxeke mezin de ne, em her ku diçe zêdetir tên çewisandin. Lê em bi rêxistinbûna xwe bawer in. Em dizanin ku bê rêxistin azadî ne pêkan e. Ji ber vê em dizanin ku tu hêz nikare rê li ber kesên rêxistinkirî bigire. Weke jin em dizanin ku em ê li hemberî şerê qirêj serî netewînin û em ê bi berxwedana xwe ya cewherî bersivê bidin."   Hululya, anî ziman ku divê êdî pirsgirêkên civakî bi dawî bibin û got, "Edî Bese. Em dizanin ne tenê gelê Kurd, hemû gel di çi rewşê de ne. Îro ger em karibin rastiya ku em dikarin destên xwe bidin hev û mil bi mil li ber xwe bidin biafirînin, tu hêz nikare li hemberî me bisekine. Em bi xwe, gelê xwe û rêxistina xwe bawer in. Ez bawer dikim ku em ê di 13'ê Cotmehê de mîna fînikekê xwe ji nû ve vejînin."   'Em Birêz Abdullah Ocalan weke muzakerevanê sereke dibînin'   Parlamentera  DEM Partiyê Adalet Kaya jî bal kişand ser komploya 9'ê Cotmehê. Her wiha Adaletê diyar kir ku ji bo jiyaneke bi rûmet a bê şer û şîdet ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn were afirandin, li dijî tevahiya sîstemê têkoşîneke hevpar pêwîst e û got, "Em vê mîtîngê weke lingê pêngavê organîze dikin. 'Azadî ji Birêz Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd' û em dibêjin divê ji 9'ê Cotmehê û vir ve li dijî vê pergala darbekar û komploger li her qada jiyanê nerazîbûna xwe bînin ziman. Ji ber ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê divê rewşa bêserûber û nebûna hevdîtinê û tecrîd bi dawî bibe. Divê ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ji bo azadiya wî gav bên avêtin. Ji ber ku em dibêjin Birêz Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî dikare vî şerê ku zêde dibe rawestîne Pêdivî ye ku êdî ev tecrîd bi dawî bibe."   'Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelan'   Adaletê diyar kir ku hemû pirsgirêkên civakî encama polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got, "Şer, polîtîkayên şîdetê, xizaniya di jiyana me de, îstismarkirina zarokan, kuştina jinan, mirina karkeran û kuştinên  ku tên kirin ji ber polîtîkayên dewleê ne. Bi vê polîtîkaya tecrîdê bi dehan sal in ji bo civakê pergalek ava kirin. Desthilatdariya faşîst jî plan dike ku vê yekê bidomîne û mayînde bike. Li her cihê ku jiyan û mekan hebe divê em îtîraza xwe ya li dijî tecrîdê li her qada jiyanê bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê armanca me ya kombûna di mîtîngê de ew e ku em bang li raya giştî ya navneteweyî, raya giştî ya li Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bikin. Divê ev pirsgirêk were dîtin. Azadiya birêz Ocalan tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Ji bo vê jî divê em israra xwe ya di azadiyê mezintir bikin."   'Divê em di rêya azadiyê de bi hev re tevbigerin'   Adaletê diyar kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelan "cejn, azadî" ye û wiha got: "Êdî hemû cîhan dizane ku ev polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku ev sed sal in tê meşandin wê tu tiştî bi dest nexe û em ji îfadekirinê bêzar bûne. Kurd êdî jiyaneke bi rûmet dixwazin. Dixwazin bi çand û nirxên xwe bijîn. Em di bin zilmê de ne, bi salan em hatin kuştin, sirgûnkirin û koçber bûn. Li gel vê jî me dev ji nirxên xwe yên çandî berneda. Em vê têkoşînê bi bîreweriya veguhastî berdewam dikin. Ji ber vê yekê divê her kes vê yekê bibîne. Ev modela jiyanê ye ku em dixwazin ji bo hemû gelan pêk bînin û bi hev re vê modela jiyana azad bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê divê tecrîda Îmraliyê bê dîtin û li ser rêya azadiya Birêz Abdullah Ocalan em bi hev re tevbigerin. Ji ber ku cejn ji bo van kesan tê wateya azadiyê.”