Lı Ebexê jinekê bi gûman jıyana xwe jı dest da 2024-09-30 20:20:08   WAN - Zehra K. li navçeya Ebexê di mala ku lê dima bi guman jiyana xwe ji dest da.   Jina bi navê Zehra K. (21) a ku li Taxa Recep Tayyîp Erdogan a navçeya Ebex a Wanê dima, li mala xwe bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku xizmên wê ferq kirin û agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di lêkolîna ekîbên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Zehra jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Zehra piştî lêkolîna cihê bûyerê, ji bo karên otopsiyê ewil şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê û piştre şandin Saziya Tiba Edlî y li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.   Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Çaldiranê der barê mirina bi guman a Zehrayê de lêpirsîn da destpêkirin.