Li dijî komployê berxwedana dîrokî (5) 2024-09-30 09:06:35     Cihê di dîrokê de mînaka wê tune ye: Îmrali   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê ji wê demê de li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Îmrali yek ji cihên ku xeta modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst li hember hev di şerekî mezin de ne, cih digire.   Hêzên navneteweyî bi armanca pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurd bigirin di 9’ê cotmeha 1998’an de gava ewil a komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  avêt. Abdullah Ocalan di vê dîrokê de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Piştî vê dîrokê 4 meh şûnde Abullah Ocalan bi awayekî korsanwarî hat revandin û anînTirkiyeyê. Abdullah Ocala ji wê dîrokê heta niha li Îmraliyê girtî ye.   Em niha berbi salvgera komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de hat destpêkirin diçin û girtîgeha Îmraliyê ya di bin kontrola hêzên navneteweyî de ye û ji aliyê pergala wan ve tê birêvebirin di rojevê de ye. Îmrali hem bi berxwedana Abdullah Ocalan ku ji roja birine wir têdikoşe û her wiha bi pêkanînên taybet yên li wir pêk tên di rojevê de ye.   Gelo Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê çawa hat avakirin, taybetiya wê çi ye? Li piştperdeya dîrokî çi heye, çawa tê bi rêvebirin an jî girtîgehên giravê yên wisa hene an na?   Girtîgehên giravan   Li giravên wekê Girava Robben ya Başûrê Afrîkayê, girava Nargîn ya Behra Hazarê, Asînara a li girava Sardunya, Malta a Akdenîzê, Sahalîn a Behra Ohotsk, Solevst a Behra Cemedê ya Bakur, girava Malaya ya nêzî Çînê jî girtîgeh hene. Li van girtîgehan li hember girtiyan ji bo dest ji nêrînên xwe berdin gelek îşkence hatine kirin.   Gelek kesên navdar li Îmraliyê hatine girtin    Li Îmraliya ku komar wek girtîgeha mînak pesneya wê dike, piştî darbeya 1960’î şûnde  serokwezîrê demê Adnan Menderes, wezîrê karên derve Fatîn Ruştu Zorlu û wezîrê aboriyê Hasan Polatkan ku li Yassiada hatin darizandin, hatin darvekirin. Piştî salan şûnde îtîbara sê kesî hat radestkirin û li Stenbolê bi gorên abîde yê hatin çêkirin bên bibîranîn jî, Tirkiye wek welatekî ku serokwezîr û siyasetmedarên xwe li giravekê darve kir, derbasî dîrokê dibe.   Ji bilî siyasetmedarên mijara gotinê ne, kesên mohra xwe li dîrokê dane jî di Îmraliyê de hatin girtin. Hunermendê şoreşger Yilmaz Guney jî hatibû cezakirin û li wir hatibû girtin. Dîsa wênesaz Îbrahîm Balaban û wênesazê Rum Angulas Stafonaodîs jî li vir hat girtin.   Ket rojeva cîhanê   Dîroka girava ku ji 1935’an heta 1999’an wek girtîgeha nîv vekirî dihat zanîn ji vê dîrokê şûnde bi giştî guherî. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hat girtin û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê şûnde li Îmraliyê dîrokek nû dest pê kir. Bi vê re girtîgeh ket rojeva cîhanê. Girtîgeha nîv vekirî wek Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hat guhertin. Girav wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.   Esasa mantika avakirinê   Girtîgeha Îmraliyê kul i cîhanê mînaka wê tuneye, bi hinek aliyan dişibe Guantanamo ya li Amerîkayê hatiye avakirin. Li wir jî revandina korsanî û pêknehatina hiqûqa navneteweyî pêkane. Lê pêkanînên li Îmraliyê ji vir xerabitirin.Pêkanînên ne hiqûqî, ne mirovahî, ne qanûnî hene. Bi Guantanamo re bê hember hev jî şertên Îmraliyê hîn girantire. Li Guantanamo malbat, parÊzer dikarin biçin hevdîtin, dikarin bi girtiyan re bi telefon, faks, name, telgravan bikevin têkiliyê. Lê li Îmraliyê ev yek tune ne.   Abdullah Ocalan çawa vegot?   Mînaka  Îmraliyê ku li tu devera cîhanê tune ye û Abdullah Ocalan pergala Îmraliyê bi awayekî herî zelal vedibêje. Abdullah Ocalan diyar dike ku Îmrali bi pergalek sê lingî tê rêvebirin û ev jî DYA, Ewropa û Tirkiye ne. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehên Tirkiyeyê pir cudatir e. Statuya girtîgehên din li vir pêk nayê. Statu û sazbûna vir bi peymanek veşarî pêk hatiye. DYA bi peymanên veşarî yên wek vê li gelek deverê gelek girtîgehên wisa ava kiriye. Girtîgeha Îmraliyê jî yek ji girtîgehên taybte ya bi peymanên veşarî ya DYA’yê hatiye avakirinê ye. Dema ev kiriye jî fikra YE’yê jî girtiye, şert û mercên vir diyar kirine. Divê ji rêzî nêzî Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropa (CTP) nebin, divê wek heyeteke ku car caran tê û diçe neyê dîtin. Agahiya wan ji her tiştê li vir heye. Ev saziyek girêdayê Komîta Ewropayê ye, ji ber vê jî bi tevahî agahiya Konseya Ewropayê jê heye. Dibêjin navenda krîzê ya girêdayê serokatiyê vir bi rêve dibe lê ne wisa ye. Ev der raste rast girêdayê DYA’yê ye. Ji serî de min wate nedabû pêknehatine rêziknameya girtîgehê. Lê  derket holê girtîgeha Îmraliyê terza ewil a Guantanamo ye.Ji pêkanînên wir ders tên derxistin. Dipîvin ku mirov li dijî çewisandinê çiqas berxwe didin.”   Têkoşîna modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê ji wê demê de ye li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Abdullah Ocalan li dijî vê têkoşîneke mezin dide. Abdullah Ocalan bi paradîma azadiya jinê û ekolojîk wek esasa têkoşîna azadiya gelan nîşan dide. Îmrali yek ji cihên ku xeta modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst li hember hev di şerekî mezin de ne, cih digire.