Rêvebera Arsîsa: Em ê li ber xwe bidin 2024-09-30 09:05:45   WAN - Rêvebera Arsîsa Evîndar Akbulut der barê êrîşên li hember zimanê Kurdî axivî û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdariyê her roj bi awayên cuda xwe didomînin. Wek gel peywira dikeve ser milê me divê em pêk bînin, her tim li her derê Kurdî biaxivin û jiyana xwe bi Kurdî bidomînin. Bi axaftina Kurdî wê êrîş bên beralîkirin.”    Bi salane desthilatdarî li hember Kurdan polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dimeşîne. Desthilatdariya bi yek zîhniyet û yek zimanî xwe dide domandin, ji bo tunekirina zimanê Kurd zextan pêk tîne. Li hember zimanê Kurdî êrîş pêk tê û di 24’ê îlonê de yek nû lê zêde bû. Di 24’ê îlonê de li Amedê li hember Komeleya Ziman û Çandê ya Mezoptamyayê (MED-DER) Payîz Pirtûk û Koperatîfa Pewerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka serdegirtin pêk hat û 30 kes hatin binçabvkirin. 29 kes piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî hat girtin.    Rêvebera Navenda Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa ya Wanê Evîndar Akbulut der barê êrîşan de axivî.   ‘Gelê Kurd berxwedana xwe roj bi roj xurt dike’   Evîndarê da zanîn ku êrîşên li hember çand û zimanê Kurdî parçeyek polîtîkaya asîmîlasyonê ye û got ev polîtîka ne nû ne. Evîndarê wiha dirêjî dayê: “Bi salane hewl didin çand, ziman û gelê Kurd tune bikin. Lê brewedana gelê Kurd roj bi roj xurt dibe û gel dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Ji ber dixwazin vê berxwedanê biqedînin êrîşê saziyên me dikin. Bi van êrîşan dixwazin Kurdî biqedînin.” ‘Em ê berxwe bidin’   Evîndarê destnîşan kir ku êrîşên tên kirin parçeyek polîtîkayê şerê taybte yê ku desthilatdarî didomîne ye û ev tişt bi lêv kir: “Demek nêz de nivîsa ji bo derbasbûna peyayan ya ‘pêşî peya’ hatibûn paqijkirin.Piştre êrîşê ciwanên ku govend gerandibûn. Dixwazin çanda me tune bikin. lê em ê li dijî van êrîşan serî netewînin û berxwe bidin. Çawa ku bi sedsalane em berxwe didin emê ji vir şûnde jî berxwe didin. Peywira dikeve ser milê me ev e ku em li her derê her tim bi Kurdî biaxivin. Divê em xebatên xwe li her derê bidin meşandin. Em li her qada jiyanê Kurdî biaxivin û bidin jiyîn.”