Sumeyye Azîz 10 roje windaye 2024-09-29 21:19:12      WAN-  Ji Sumeyye Azîz 10 rojin agahî nayê girtin.   Xwendekara lîseyê Sumeyye Azîz ya 15 salî di 19’ê îlonê de ji malbatê re got diçe dibistanê û ji malê derket. Ji wê rojê de ye agahî jê nayê girtin. Hat hînbûn ku Sumeyye neçûye dibistanê . Xebatên lêgerîna ji bo Sumeyyeyê didome û hat hînbûn ku der barê wê de tu agahî nehatiye bidestxistin.