Hevdîtina gel: Em ê azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin 2024-09-29 19:43:30     STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di hevdîna gel a li Stenbolê de axiviye bal kişand ser mitînga 13’ê cotmehê û wiha got: “Têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan, ji bo me hemûyan ferz e.   Rêxistina çavçeya Bagcilar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikêşe ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ev 43 meh in tu agahî jê nayên girtin û mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin, civîna gel li dar xist. Hevdîtin li avahiyê DEM Partiyê yê li navçeyê hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar tev li hevdîtinê bûn.   Piştî rêzgirtinê Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê dom dikin û anî ziman ku dewlet razemeniyên xwe tenê li ser çêkirina çekan xerc dikin.   Newrozê da zanîn ku li her çar aliyê Kurdistanê li dijî êrişan têkoşîn tê meşandin û wiha got: “Têkoşîna li Kurdistanê çiqas xurt bibe, dê perçeyên din ewqas bêhn bistînin. Tirkiye ji bo tevgerên siyasî yên kurdan tune bike, gelek rêbaz bi kar anî lê belê bi ser neket. Herî dawî bi komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan xwest ku tevgera kurdan tune bike. Tirkiye xwest bi cezayê muebetê birêz Ocalan ji cezayê darvekirinê girantir ceza bike. Niha ev 43 meh in tu agahî jê nayên girtin. Dewlet dixwaze Ocalan li wê derê be lê belê naxwaze fikr û ramanên wî derkevin li derve.”    Têkoşîna ji bo azadiyê   Newroz bal kişand ser xebatên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” û derbarê mitînga ku dê di 13’ê cotmehê li Amedê were lidarxistin ev tişt gotin: “Îro cîhan xwedî li birêz Ocalan derdikeve. Sedan nivîskar, akademîsyen, parêzer, rewşenbîr ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşiyan. Bi ser fikrên Ocalan nîqaş dan meşandin. Dewlet îro aboriyê ji şerê li başur re vediqetîne. Wekî birêz Ocalan gotiye , ‘Hûn nikarin bi mîlyonan mirovan têxin di hucreyekî de’. Sedema vê tecrîdê qebûlnekirina tiştên dewlet ferz dike ye. Li wê derê li ber xwe dide. Dê di 13’ê cotmehê de mitînga li dijî şer û tecrîdê hebe. Têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ji bo me hemûyan ferz e. Em ê tev li xebatên tên domandin bibin û dê heya dawiyê têbikoşin. Em ê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk bînin.”   ‘Abdullah Ocalan azad bibe em ê jî azad bibin’   Hevserokê MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr diyar kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû girtîgehan tê domandin û wiha axivî: “Tenê heke em bi hev re têbikoşin, em ê karibin hem birêz Ocalan hem jî hemû rêhevalên xwe yên girtî azad bikin. Her ku diçe îşkence, binpêkirina mafan, tecrîd girantir dibe. Li Herêma Marmarayê 19 girtîgeh hene û di hemûyan de jî hevalên me hene. Hevalên me yên ku di hucreyên yekkesî de tên ragirtin hene. Ji birêz Ocalan re dibêjin ‘Divê em we azad bikin’. Ew jî bersiva ‘Heke gelê kurd azad bibe ez ê jî azad bibim’ da. Em di vê hêlê de çiqas hestiyar tevbigerin em ê ewqas birêz Ocalan, hevalên xwe yên di girtîgehan de azad bikin. Wê çaxê em ê bi ziman û çanda xwe ve azad bijîn. Divê em bi hev re dengê xwe ji bo azadiya birêz Ocalan bilind bikin. Têkoşîna me xelas nebû, didome. Kengî ku em azadiya birêz Ocalan pêk bînin em ê wê demê azad bibin.”   Hevdîtin wek pirs û bersiv bi dawî bû.