Li Semsûrê jinek hat qetilkirin 2024-09-29 18:02:09     SEMSÛR –Li navçeya Tût a Semsûrê jina bi navê Zelîha Kilavuz ji aliyê mêrê pê re zewicandî Erdem Kilavuz ve hat qetilkirin.   Li navçeya Tût a Semsurê jina bi navê Zelîha Kilavuz ji aliyê mêrê pê re zewicandî, Erdem Kilavuz ve bi çekê hat qetilkirin. Bûyer li gundê Akçatepe ya Tûtê pêk hat. Hat îdiakirin ku gumanbar jî piştre întîxar kiriye.   Li ser îxbara cîranan ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û hat hînbûn ku 4 zarokên wan hene. Cenazeyên Zelîhayê û gumanbar Erdem ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya dewletê ya Tûtê.