'Ji bo belavkirina zanista Jineolojiyê konferans girîng bû' 2024-09-29 09:05:32     HESEKÊ - Jinên tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn diyar kirin ku îlma jin û Jinolojiyê di vê konferansê de hat nîqaşkirin û wiha gotin:" Gelek beşên jiyanê yên Jinolojiyê hatin nîqaşkirin. Di milê perwerdeyê de, di milê zanistê de hat destgirtin. Her wiha di milên zanîngehan de di milên rêxistinbûyinê de her wiha di milê akademiyan de ev mijar hat nîqaşkirin. Wê zanista Jinolojiyê çawa xwe nûjen bike? Ji bo belavkirina zanista Jineolojiyê ev konferans girîng bû."   Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansas ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.   Jinên tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê bûn nirxandin kirin.    'Erka me hemûyan e ku em vê zanista Jineolojiyê pêş bixin'   Endama Jineolojiyê ya Helebê Lema Şêxa da zanîn konferansa wan a duyemîn hat lidarxistin û wiha got:"Ev konferans bi dirûşma 'Zanetiya jinan bi Jineolojiyê nûjen dibe' hat lidarxistin.  Hemû endamên Jineolojiyê tevli konferansê bûn. Bi coşeke mezin ji hemû deveran jin li vir kom bûn. Ev konferans di demeke hesas de hat lidarxistin. Zanista Jineolojiyê ya ku Serokatî ji me re diyar kiriye gelekî girîng e. Divê em jin hemû di zanista Jineolojiyê de kar û xebatên xwe bikin. Her wiha ji bo ev zanista pêş bikeve, xwîna bi hezaran şehîdên me rijiyaye. Ji bo em layiqî keda wan û Serokatî bin em jî xebatên xwe didomînin. Erka me hemûyan e ku em vê zanista Jineolojiyê pêş bixin."   'Zanista Jinolojiyê hewl dide ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv'   Lema bi lêv kir ku zanista Jineolojiyê di heman demê de ji pirsgirêkên civakê re jî dibe bersiv û wiha pê de çû:" Zanista Jineolojiyê pir berfireh e. Ev zanist dema di nava civakê de belav bibe wê cewhera jinê jî derkeve holê. Ji bo dîroka azadiya jinê bi destê jinê bê nivîsandin ev yek girîng e.  Zanista Jineolojiyê dema pêş bikeve wê ji bo pirsgirêkên di nava civakê de jî bibe çareserî û bersiv. Di nava Jineolojiyê de jiyaneke wekhev heye. Ji bo zayendperestî ji holê rabe zanista Jineolojiyê girîng e. "   'Nîqaşkirina perspektîfên Serokatî girîng bû'   Berdevka Mala Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Mehmûd diyar kir ew di destpêkê de konfreransa Jinolojiyê ya duyemîn li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li têkoşerên azadiyê, li hemû jinên îşkence û koletî dîtine û li girtiyên zindanan pîroz dikin û wiha got:"Di vê konferansê de perspektîfên Serokatî yên ji bo jinan jî hatin nîqaşkirin. Ev xaleke girîng bû. Em hêvî dikin ev konferans wê têkeve binê xizmeta hemû jinan. Wê hemû jinan hişyar bike û pêş bixîne. Ew ê jin bi vê sayê zanista xwe li nava hemû pêkhateyan belav bike."   'Ji bo belavkirina zanista Jineolojiyê ev konferans girîng bû'   Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed da zanîn girîngiya konferansa Jinolojiyê pir mezin e û wiha got:"Îlma jin û Jinolojiyê di vê konferansê de hat nîqaşkirin. Zanist û diyaloga Jineolojiyê çi ye ? Li ser vê yekê hat sekinandin. Gelek beşên jiyanê yên Jinolojiyê hatin nîqaşkirin. Di milê perwerdeyê de, di milê zanistê de hat destgirtin. Her wiha di milên zanîngehan de di milên rêxistinbûyinê de her wiha di milê akademiyan de ev mijar hat nîqaşkirin. Wê zanista Jinolojiyê çawa xwe nûjen bike ? Jinan bal kişandin ser vê yekê jî. Xebatên ji bo Jinolojiyê bi salan e tê meşandin. Yek ji xebateke girîng a Jineolojiyê jî ew e ku pênaseya Jineolojiyê baş bê famkirin. Ji bo belavkirina zanista Jineolojiyê ev konferans girîng bû."   'Nagîhan Akarsel belavkirina zanista Jinolojiyê de mînak e'   Remziye da zanîn Jineolojî ji bo azadiya jinan girîng e û wiha lê zêde kir:"Ji bo pêşketina zanista Jinoloijyê û pêşketina jinan divê jin di nava xebatan de cihê xwe bigirin. Jin divê di xebatên Rêveberiya Xweser de jî cihê xwe bigirin. Di milê leşkerî û aboriyê de rola jinan girîng e. Ji bo azadiya jinan ev girîng be. Di parêznameya sosyolojiya azadiyê de jî azadiya jinê tê dîtin. Zanista Jinolojiyê ne tenê di nava akademiyan de divê li her derê jiyanê bê belavkirin. Lêgerîna azadiya jinê jî di ilmê Jineolojiyê de tê belavkirin. Serok Apo jî ji bo azadî û pêşketina jinan gelek fikrên baş derxistiye pêş û di Jineolojiyê de jî li ser vê yekê tê sekinandin. Nagîhan Akarsel jî di pêşxistin û belavkirina zanista Jinolojiyê de mînak e. Berhemên azadiyê di vir de tê dîtin. Jin wiha wê xwe bigihînin azadiya xwe û azadiya civaka xwe. Jin bi taybet bi vî awayî ew ê xwe bigihînin azadiya Rêber Apo ku ji bo me fikir û felsefeyek pêşkêş kiriye. Encax em bi vê fikir û felsefeyê bikaribin tecrîdê bişkînin."   'Ji bo belavkirina zanista Jinolojiyê jin tevli perwerdeyê dibin'   Ji Koordînasyona Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Xurud Ebdo di destpêkê de bi lêv kir ku zanista Jinolojiyê pîroz e û wiha got:"Jin ji bo mafê xwe, ilmê xwe nas bikin ev konferans girîng bû. Heta niha li ser navê olî, gelekî tundî li ser jinê hat kirin. Niha rêbazeke tundiyê ya bi rêya olî dixwaze bê rewakirin zewaca di temenê zarokatiyê de ye. Her wiha pirjinî ye. Her wiha jin bi vê riyê ji mafê xwe yê xwendin û mîrasê jî bêpar tên hiştin. Dibêjin bila jin xwe bigire û xwe bidin alî. Bi rêya olê dixwazin mêr derxin pêş û jinê jî li paş bihêlin. Em li dijî vê yekê disekinin. Ji bo ev feraset winda bike belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e. Têkiliya me ya bi navenda Jinolojiyê ya li Hesekê gelekî xurt e. Em bi hev re panel, semîner û perwerdeyan çêdikên. Berî vêya em tevli perwerdeya Jinolojiyê ya 12 rojan bûn. Me got ji bo jin bêtir zanista Jinolojiyê nas bikin bila tevli perwerdeyê bibin. Di meha mijdarê de perwerdeyeke me ya dinê heye."