Ji ÎHD’ê bi sernavê ‘zayenda civakî û mobîng’ perwerde 2024-09-28 19:23:16   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi sernavê ‘zayenda civakî û mobîng’ bernameya perwerdehiyê pêk anî. Der barê wekheviya zayenda civakî de mînak hatin parvekirin û têkiliya mijarê ya bi mafê mirovan re hat nîqaşkirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê bi sernavê ‘zayenda civakî û mobîng’ bernameya perwerdehiyê pêk anî. Perwerde li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî(KESK) pêk hat û wek hîndekar Handan Coşkun tevli bû. Perwerdehiya li tevlihev pêk hat gelek kes tevli bûn. Pewerde du rojan wê bidome û îro sernavê ‘zayenda civakî û mafê mirovan’ hat nîqaşkirin.   Di perwerdehiyê de bandora newekheviya zayenda civakî ya li ser jinan hat axaftin. Mînakên cuda hatin dayîn û mînak hatin nîqaşkirin. Di encama perwerdehiyê de kesên tevli bûn nirxandin kirin.   Perwerde sibê wê bi sernavê ‘mobîng’ bidome.