Ceylan Onkol li ser gora wê hat bibîranîn 2024-09-28 17:57:29   AMED - Ceylan Onkol li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenter Bêrîtan Guneş di bîranînê de got: “Zîhniyeta ku Ceylanê kuşt û zîhniyeta ku 19 rojan Narînê nedît heman zîhniyet e.”    Ceylan Onkol a ku hê 12 salî bû di 28’ê îlona 2009’an de li mezra Xanbazê ya ser bi gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê ve dema li ber pez bû bi guleya hawanê ya ji qereqolê hat avêtin, hatibû qetilkirin. Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Malbata Onkol, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê û gelek kes tev li bîranînê bû.    'Pergala ku mafê kesî nas nake’   Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn di bîranînê de axivî û diyar kir ku bi sed sal e li ser kurdan polîtîkaya îmhayê tê meşandin û got: “Ewilî gundên me şewitandin û paşê zimanê me qedexe kirin. Ev pergala ku bi ser neket, dest bi kuştina zarokên me kir. Tu deverek ku mafê wan jiyanê ji destê wan hatibe girtin nîne. Lê li Kurdistanê mafê jiyanê ji destê zarokan tê girtin û kes dengê xwe nake. Bifikirin dayikek cenazeyê zarokê/a xwe di pêşa xwe de hildigire, di sarincê de vedişêre. Pergala yên k udi neçareserkirinê de israr dikin, pergala xwe veguherandine nenasîna mafê jiyanê.”    Abbas destnîşan kir ku ew ê ji bo çareseriya demokratîk a li Kurdistanê her şer û têkoşîna xwe bikin û ew ê dest ji israra xwe ya çareseriya meseleya kurd bernedin û destûrê nedin ku zarokên Kurdistanê jiyana xwe ji dest bidin.    Pişt re parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş axivî û wiha got: “Em îro behsa Ceylan û Narînê dikin, em ê rojeke din behsa Ûgûr bikin. Tevî ku 15 sal derbas bûne jî em nabînin ku li Tirkiye di polîtîkayên zarokan de pêş bikeve. Ji ber ku kesên ji qereqolan guleya hewanê avêtin Ceylanê hesaba vê nedan.”   Berîtanê, bi lêv kir ku kesên Ceylan qetilkirine hêj bi awayekî bêhiqûqî li derve jiyana xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Em îro careke din banga edaletê dikin. Êdî ji qetilkirina zarokan re tehamula me jî ya vî gelî jî nîne. Dema 4 kurdan li cem hev dibînin, dema govendê digerînin, dema stranan dibêjin dewleta tê wir, çim a ji bo Ceylanê nehat, çima dayika wê neçar ma laşê Ceylanê berhev bike? Zîhniyeta ku ku Ceylan kuştin û zîhniyeta ku Narînê 19 rojan nedît heman zîhniyet in. Bila gelê me vê rastiyê baş bizane. Em ê bi gelê xwe bi kesên demokrasî û edaletê diparêzin re ji bo cînayetên zarokan ên faîlê wan dewlete bê ronîkirin li ber xwe bidin.”   Dayika Ceylanê, Salîha Onkol a herî dawî axivî jî xwest ku kesên keça wê qetilkirine cezayê xwe bikişînin.