Jin li Helebê rewşa xwe ya di şer û aloziyan de nîqaş dikin 2024-09-28 15:41:22       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên sûriyeyî yên tev li panela diyalogê ya li Helebê bûne, rewşa jinan di nava alozî û şerên pergalên desthilatdar de nîqaş kirin û teqezî bi hevgirtina jinan ji bo derbaskirina astengiyan kir.   Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek bi navê "Jin qurbaniya şer û şerefê ye… bêdengî beşdarbûn e" li Kafeteryaya Lêlon a li taxa Eşrefiye ya Helebê li dar xist.    Jinên ji Şam, Hema, Hims, Heleb, Siweyda, Idlib, Reqa, Tebqa û berava Sûriyeyê tev li panelê bûn.   Endama rêveberiya ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Mîdye Midewer bi xêrhatina beşdaran kir û teqezî bi pêwîstiya xurtkirina hewldanên jinan ji bo bidawîkirina sûcên li dijî wan têne kirin, kir.   Dûre, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Tebqayê Cuheyne  Misto beşa yekemîn a panelê ya bi sernavê "Tunekirina jiyanê di koka jinên sûriyeyî de" xwend.   Di beşa yekemîn de Cuheyne diyar kir ku hemwextî şer û aloziyan, tundiya li ser jinên sûriyeyî zêde bûn.   Cuheyne destnîşan kir ku dagirkerî, wêranî, birçîbûn û bêaramî encamên aloziya berdewam a Sûriyeyê ye.   Her wiha Cuheyne sedemên tundiya li ser jinan mîna kêmbûna exlaqê, zihniyeta baviksalariyê, hegemonya wê li ser jinan, encamên şer  urf û adetên paşverû nirxandin.   Sekreterê rêxistina Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyeyê ya Helebê têkildarî beşa yekemîn nêrînên xwe parve kir û got sernavê panelê bi xwe navaroka wê şîrove dike ku jin bûye Qurbana civaka baviksalariyê.   Çalakvana sûriyeyî Nataşa El Asferî jî diyar kir ku di şerên li ser rûyê erdê çêbûne de her tim jin Qurbana yekemîn e. Wek mînak Nataşa aloziya Sûriyeyê û şerê Bosna û Hersikê bi bîr xist.   Nataşa di heman demê de dewletên rojava rexne kir ku her tim propagandaya têgeha dabînkirina mafên jinan dikin lê ji gelek aloziyan nerastiya îdiayên wan diyar bû û herî dawî şerê Ukraynayê ye ya ku trajediya jinên ukraynayî ji bo berjewendiyên ewropî hate bikaranîn.   Panel bi xwendine beşa duyemîn a bi sernavê "Derketina ji tunela tarî" didome.