'Dewamkirina xebata me ji dagirkeran re dibe peyam' 2024-09-28 09:05:25     Mîdye Miqted   HELEB - Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj duyem konferansa xwe li Helebê li dar xistin. Ji Rêveberiya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Aytan Ferhad a têkildarî konferansê axivî wiha got:"Tevî rewşa aloz û êrîşên dewam dikin em xebata xwe didin meşandin. Îro xebatên bi vî awayî ku bi riya nîqaşan dewlemend dibin tên lidarxistin dibe sedema ji nû ve xwe bi pêşxistin û xwegihandina tevahî jinan. Ji ber ku partiya me partiyek civakî, siyasî ye û komxebatên bi vî awayî dibe peyamek li dijî dagikeriya dewleta tirk."   Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj li Helebê bi dirûşmeya "Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeyek demokratik e" konferansa xwe ya duyem li dar xistin. Ji Rêveberiya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Aytan Ferhad têkildarî konferansê nirxandin kir. Aytanê got:"Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin. Divê rêxistina me her berdewam bibe û em îradeya jinê li her derê temsîl bikin."   'Armanca me xwenûkirin e'   Ji Rêveberiya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Aytan Ferhad wiha têkildarî lidarxistina konferansê axivî û got:"Me duyem konferansa xwe ya Ofîsa Jin li Helebê li dar xistin. Bi kombûna hejmarek mezin a jinan ev konferansa me li ser bingeha nirxandina xebata du salan hat lidarxistin. Tê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebata du salan hat nirxandin û deriyên nîqaşa jî hat vekirin. Armanca me ya sereke ya vê konferansê ew e ku ev partiya me xwe nû bike bi rêxistin bike û xebata du salan were vegotin."   'Dewamkirina xebata me ji dagirkeran re dibe peyam'   Di berdewamiya axaftina xwe de Aytanê wiha da zanîn ku tevî rewşên zehmet ew xebata xwe didin dewamkirin û got:"Tevî rewşa aloz û êrîşên dewam dikin em xebata xwe didin meşandin. Îro xebatên bi vî awayî ku bi riya nîqaşan dewlemend dibin tên lidarxistin dibe sedema ji nû ve xwe bi pêşxistin û xwegihandina tevahî jinan. Ji ber ku partiya me partiyek civakî, siyasî ye û komxebatên bi vî awayî dibe peyamek li dijî dagikeriya dewleta tirk."   'Çiqas êrîş hene ewqas jî têkoşîn bilind dibe'   Aytanê da zanîn ku bi êrîşên li ser Sûriyeyê dewam dikin jin para herî mezin jê digire û got:"Ev êrîşên ku ji hêla dewleta tirk ve li ser herêmên Sûriyeyê de dewam dikin herî zêde jin para xwe jê digirin. Her wiha armanca sereke hedefgirtina jina ye. Bi taybet ji ber ku dewleta tirk çareseriya aloziyê ya bi riya têkoşîn û rêxistinbûna jinê napejirîne lewma jinên ku dikarin civakan bi rê ve bibin û wan ji koletiyê xelas bikin dikin hedef. Her wiha jinên dibin xwedî nasnemeyên siyasî dike hedef. Weke Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Rîhan, Usira û bi sedan jin bûne hedefa dagirkeran. Lê belê çiqas êrîş hene ewqas jî têkoşîn bilind dibe û her dibe xwedî rol û dibe peyam. Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî jin carek din bi hemû şêwayan têkoşîna xwe dewam dikin."   'Îradeya jinê li her derê temsîl bikin'    Aytanê peyama xwe ya dawî anî ziman û got:"Peyama me ya dawî ji bo tevahî jinan ji hemû netew û pêkhatan her jinek li ku be bila bibe bi zimanê xwe bi nasnameya xwe xwe bide îfadekirin û bi vî awayî em ê bi hevre bibin bersivek ji bo hemû êrîş û cure qirkirinên li ser civaka me. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin. Divê rêxistina me her berdewam bibe û em îradeya jinê li her derê temsîl bikin."