Dîlber Demîr ya DEM Partiyî hat girtin 2024-09-27 20:26:43   STENBOL - Ji rêveberên DEM Partî, DBP, HDK û MATUHAY-DER’ê 5 kes hatin berdan û kesek jî hat girtin.   Di 24’ê îlonê de li Stenbolê  kesê hatibûn binçavkirin îfadeyên wan yên dozgeriyê temam bûn. Rêveberê DEM partiyê Yusuf Menîce, rêveberê DEM partî ya Aranavutkoyê Hayrettîn Erîklî, rêveberê DBP’ê Mustafa Kizilkaya, xebtkarê Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) Şamîl Altan, rêveberê MATUHAY-DER’ê Kolo Bazutmak piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Hevberdevka Herêma Yekemîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin.   Dadgehê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtina Dîlber Demîr da.