Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-09-27 11:03:32     AMED - Mamosteyên zimanê kurdî yên 4 roj in di binçavan de ne sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Koopratîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney roja 25’ê îlonê piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan û Mustafa Açmaz jî piştî îfadeyên dozgeriyê hat berdan.    Karûbarên 28 mamosteyên kurdî li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bûn û mamosteyan birin Edliyeya Amedê. Hat zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî giliyên mamosteyên kurdî kirine.     Kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin ev in: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.”