Ceylan Onkol ya 15 sal berê hat qetilkirin nehat jibîrkirin 2024-09-27 09:05:25     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Di ser qetilkirina Ceylan Onkol a ku li Licê dema sewal diçêrandin bi guleya havanê hat qetilkirin re 15 sal derbas bûn. Gumanbar nehatin darizandin. Ji ber bêcezahiştinê, bi dehan zarokên din piştî Ceylanê haitn qetilkirin.   Li Kurdistanê ji ber şerê tê meşandin gelek zarok hatin qetilkirin. Ugur Kaymaz, Cemîle Çagirga, Enes Ata, Mîraç Mîrgoglu, gelekên din û Ceylan Onkol...Ceylan ji ber Kurd bû ji aliyê desthilatdariyê ve hat qetilkirin. Di 12 salî de di sala 28’ê îlona 2009’an de li Licê ya Amedê li gundê Kanîspî li mezra Xanbaz dema sewal diçêran bi guleya hawanê ya ji qerekolê hat avêtin hat qetiklirin. 6 saetan kesî xwe negîhand cenazê wê. Ceylan 6 saetan li cihê hat qetilkirin ma.. Dayika wê Salîha Onkol dema xwe gîhand cihê bûyerê parçeyên cenazeyê keça xwe xist pêşmala xwe. Gundiyên hatin alîkariya dayikê, parçeyên bedena Ceylanê li belgên daran pêçan.   Wezareta Karên Hundir ji sedî 90 bi kusur hat dîtin   Li ser daxwaza dadgehê wezaretê, di alî ku îdare ne bi qusure parastin kir.  Dadgehê  Ceylan Onkol ji sedî 10,  îdare jî ji sedî 90 bi qusur dît û tazmînat daxist.   Biryara tazmînatê    Dadgehê ji ber ku Ceylanê ji sedî 10 bi qusur dît, li dayika wê Salîhayê 124 hezar û 700 lîre tazmînata aborî xwest û li bav Raîf jî 77 hezar û 890 TL tazmînat birî. Dadgehê bi giştî 283 hezar tazmînat ji malbatê daxwaz kir.   Ji bo bîranîna Ceylan Onkol   Di 2010'an de ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Çewlikê ji bo bîranîna Ceylan Onkol pêşbirka wêne, helbest û çîrokan hatin lidarxistin. Her sal ev pêşbirk tê lidarxistin.    Ji aliyê qeyûm ve navê Parka Ceylan Onkol hat guhertin    Di 2017'an de Koma Meclîsa Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo parka wê li Taxa Bagcilar bihata vekirin xwest navê wê bike "Parka Ceylan Onkol". Ji bo vê jî pêşniyaznameya nivîskî hat pêşkêşkirin. Ev yek hat qebûlkirin.    Di 10'emîn salvegera qetilkirina Ceylanê de rojnameger û wênesaz Zehra Dogan di 2019'an de li kuçeyên Londonê wêneyê Ceylanê xêz kir.