Doza Nîhat Kazanhan hat taloqkirin 2024-09-25 16:46:51     ŞIRNEX -  Danişîna doza Nîhat Kazanhan ku bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, taloqî 16’ê kanûnê hate kirin.   Zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan di 14’ê çileya 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê ji hêla polîsê tîma taybet Mehmet Nurbakî Goçmez ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza qetilkirina Kazanhan li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Malbata Kazanhan û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn.   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzerê Kazanhan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz xwest ku ji bo dîtina polîsê bersûc kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.Rojhat, wiha got: “Di demên berê de jî me ev daxwaz kiribû. Daxwaza me ya lêgerîna bi bultena sor hatibû qebûlkirin. Lê belê di dosyayê de hêj jî hêmayên kêm hene. Em dixwazin ev kêmasî bên temamkirin. Em dixwazin ku ji bo dîtina bersûcî, qeydên HTS’ê yên xizmên bersûc bên lêkolînkirin. Di vê dosyayê de biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hene û dîtina bersûcî ferz dikin.”   Piştre jî dozger dozger xwest ku înfaza lêgerîna bi bultena sor were cîbicîkirin. Dadgehê, daxwaza parêzer Dîlsîz a ji bo lêkolînkirina qeydên HTS’ê yên xizmê bersûcî red kir. Dadgehê biryar da ku xwe li benda encamên biryara lêgerîna bi bûltena sor bigirin û danişîn taloqî 16’ê kanûnê kir.