'JINNEWS rastiya di tarîtiyê de hatibû veşartin ronî dike' 2024-09-25 09:50:39     HELEB - Jinên rojnameger ên ku bal kişandin ser 7'emîn salvegera damezrandina JINNEWS'ê wiha gotin:"JINNEWS'ê bi 7 salên xwe tekoşînek bêhempa da destpêkirin û dide dewamkirin. Ji bo rastî di nava tariyê de nemîne û xwe bighîne hemû jinan ew ê dest ji tekoşîna di oxira heqîqetê de bernedin. Heya xwegihandina welatekî azad wê ev têkoşîn dewam bike."   Di dîroka 25'ê Îlona 2017'an  JINNEWS'ê hat avakirin û îro jî 7 sal di ser damezirandina wê re derbas dibe. 7 sal bi ked û tekoşînek bê navber JINNEWS'ê têkoşiya û bû deng û pênûsa heqîqetê û roleke girîng di gihandina civakeke demokratîk û azad de lîst. Nûçegihana ajansa JINNEWS'ê ya Rojava Mîdye Miqted û Nûçegihana Ekîba Jin Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehbayê Sîdra Mamo têkildarî mijarê dan diyarkirin ku ew ê dest ji têkoşîna di oxira heqîqetê de nedin terikandin heya xwegihandina welatekî azad û dewamkirina xebata di çapemeniya azad de.   Salvegara ajansê li hemû pakrewan û kedkaran pîroz kirin   Nûçegihana Ekîba Jin Tv'yê ya kantona Efrîn-Şehbayê Sîdra Mamo bi boneya salvegera avakirina JINNEWS'ê wiha got:"Em salvegera damezirandina ajansa JINNEWS'ê li hemû kedkar û xebatkarên jin ên ku ji bo tekoşîna di oxira rastiyê de bûne çavê heqîqetê li wan pîroz dikin her wiha hemû rêhevalên me yên ku bûn dengê heqîqetê û dengê jinan ku gihêştina asta şehadetê bi bîr tînin."   'JINNEWS bû dengê hemû jinên ku dilê wan bi azadiyê lê dide'   Têkildarî bingeha ku ajansa JINNEWS li ser xebatê dike Sîdra axaftina xwe da berdewam kirin û wiha got:"Ev ajans li ser bingeha ragihandina heqîqeta ku jin tê re derbas dibe her wiha têkoşîna li dijî zihniyeta desthilatdar ku ewqas sal li ser jinê hatibû meşandin xebat da destpêkirin. JINNEWS'ê têkoşîn û zehmetiyên jin tê re derbas bûne eşkere dike. JINNEWS bû dengê hemû jinên ku dilê wan bi azadiyê lê dide."   'Li kantona Efrîn-Şehbayê JINNEWS bû dengê hemû jinên koçber'   Sîdra di dewamiya axaftina xwe de qala xebata ajansa JINNEWS'ê ya di kantona Efrîn û Şehbayê de kir û got:"Ajansa JINNEWS'ê di perçeyê Rojava de bi taybet di kantona Efrîn û Şehbayê de jî rolek xwe ya girîng lîst û nûçegihanên wê bi erk û peywira xwe rabûn û bûn dengê hemû jinên Efrînê yên ku bi darê zorê ji ser axa xwe koçber bûn û li kantona Şehbayê gelek êş, azar, astengî, êrîş û dorpêç dîtin. Lê ev ajansa me beriya destpêkirina şerê li ser Efrînê hat avakirin û para xwe di şopandina kêliyên şer de girt û di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê li Şehbayê de karê xwe kir û bû dengê hemû jinên di qampa koçberiyê de têkoşînê ji bo vegera li ser axa xwe dikin. Îro JINNEWS li çar perçeyên Kurdistanê weşangeriya xwe dide domandin û qada xwe berfireh dike."   'Em xwediyê çanda dewamkirinê ye'   Di berdewamkirina axaftina xwe de Sîdra da eşkerekirin ku nûçegihanên vê ajansê pir car rastî kiryaran hatin û wiha got:"Ajansa JINNEWS'ê li ser bingeha rastiyê kar dike. Loma her carê êrîş lê tê kirin. Gelek caran dewleta tirk nûçegîhanên JINNEWS'ê kirine bin çavan, îşkence lê kirine û girtine. Her wiha ceza li wan hatine birîn. Xebatkirina di oxira bilindkirina dengê jinan li xweşiya dewletan nayê. Lewma navend tevî nûçegihanên wê her bi êrîşan re rû bi rû dimînin û dibin hedefa sereke a dewleta tirk. Li tenişta girtina nûçegihana û hedefgirtina navendê dewletê pir car hewlda malpera ajansê li ser medya dijitalê bide sekinandin da ku weşangerî neyê kirin lê ev daxwaza wan pêk nehat ji ber ku çanda me weke ragihandin çanda xwedewamkirinê ye."   'Em ê li Kurdistanek azad weşangeriya xwe bidomînin'   Di dawiya axaftina xwe de Sîdrê carek din salvegera damezirandina ajansa JINNEWS'ê li hemû xebatkarên ragihandinê pîroz kir û got:"Wê ev ajans bi salên nû re her pêşketinan di xwe de ava bike û qada xwe berfirehtir bike û bi hev re li Kurdistanek azad weşangeriya xwe bidin dewamkirin."   'Mîrasa  ji me re hiştin em didin dewamkirin'   Di heman demê de nûçegihana ajansa me ya li Rojava Mîdye Miqted axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Em salvegera 7'emîn a damezirandina ajansa JINNEWS'ê li hemû xebatkarên jin û li hemû jinên kurd pîroz dikin. Her wiha hemû pakrewanên di oxira bilindkirina dengê rastiyê de heya kêliya dawî ya jiyana xwe bê dudilî têkoşîn kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û bejina xwe li hemberî wan û têkoşîna wan ditewînin. Kar û xebata me ku di roja îro de ji bo derxistina rastiyê û ronîkirina riya civaka xwe bi heqîqetê bi saya ked û têkoşîna rêhevalên me yên destpêkê bû ku ew rê ji bo me vekirin û îro jî mîrasa ku ji bo me hiştin em didin dewamkirin."   'Bi xabata ragihandinê re dîroka jinê hat eşkerekirin'   Di dewamkirina axaftina xwe de Mîdyeyê da diyarkirin ku civaka kurd û di serî de jin rastî gelek kiryar û jenosîdan hatin û ragihandinê ew rastî eşkere kir û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Dîroka gelê kurd bi komkujiyên derheqê civaka kurd de dagirtî bû. Ev yek dema gelê kurd li hember desthilatdarî û zihniyetên faşist serê xwe hildan xwedî li dîrok, ziman, nasname, netew û azadiya xwe derketin bêtir derket pêş lê mixabin yê ku herî zêde para xwe ji van şer û komkujiyan girtin jin bûn. Jin di salên pir dirêj ên koletiyê re derbas bûn. Lê belê ev dîroka kolekirina jinê berdewam nekir. Bi taybet di roja me ya îro de bi saya felsefeya ramanwarê mezin Abdullah Ocalan jin xwedî li xwe derdikeve û banga azadî û mafê xwe dike. Mînaka herî ber bi çav jî Şoreşa Rojava ya ku jin bû pêşengê wê ye. Jinên kurd bi saya vê şoreşê cihê xwe di hemû qadên weke siyasî, leşkerî û civakî de girtin. Ev hemû guhertin û têkoşîna ku hate destpêkirin ji bo jinan pêşketinek bû û ji bo berdewamiya vê yekê hewcedarî bi avakirina xebatekê hebû ku vê rastiyê eşkere bike ew jî xebata ragihandinê bû."   'Jinên kurd ên rojnameger bi darvekirinê tên cezakirin'   Di dewamiya axaftina xwe de Mîdye da diyarkirin ku bi avakirina ajans, ekîb û radyoyên jinê deng, reng, êş, berteka jinê deha bêhtir hat derxistin û bi cîhanê re hat parvekirin lê mixabin ev xebatkarên jin ku di oxira bilindkirina dengê rastiyê û eşkerekirina rûreşiya dijmin li ser jinê de kar dikin ji aliyê dewletan ve tên hedefgirtin, binçavkirin, îşkence dibin û cezayên ne adil derheqê wan tê birîn. Mînaka herî mezin birîna cezayên darvekirinê yên derheqê rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bû. Îro Îran bi van kiryarên xwe dixwaze desthilatdariya xwe û îslama dijber di Îranê de bide rûniştandin û bi navê polîsên xwe yên exlaqî jinan didin ber kuştinê. Ev yek di kuştina Jîna Emînî de eşkere bû ku ew bi navê polîsên exlaqî kar dikin lê hezar car ji exlaq û pîvanên mirovî dûr in."   'Bi têkiliya dewleta tirk û malbata Berzanî rojnameger dibin hedef'   Di domandina axaftina xwe de Mîdye da zanîn ku ne tenê li Îranê lê belê hedefgirtina rojnemevanan di çar perçeyên Kurdistanê de derbasdar e û wiha pê de çû:"Ne tenê li Îranê nûçegihanên jin tên hedefgirtin lê belê li Başûrê Kurdistanê jî gelek nûçegihanên me ji aliyê dewleta Tirk û mala Berezanî ve hatin hedefgirtin gihiştin asta şehadetê û cezayê mayina wan di girtîgehê de li wan hat birîn. Ev yek jî di bûyera herî dawî ya hedefgirtina weseyeta rojnemevanan di encamê de Hêro Bahadîn û Gulistan Tara gihiştin asta şehadetê. Her wiha 6 rêhevalên wan jî birîndar bûn. Ev hedefgirtin di encama yekîtî û têkiliyên qirêj a di navber dewleta Tirk û mala Berzanî de bû. Rêxistinên ku banaga parastina mafê rojnemevanan dikin û li hember hedefgirtina rojnemevanên çepemeniya azad bêdeng dimînin deriyên nû ji dewlet û desthilatdariyê re vedikin ku bi hêsanî dest bavêjin xebatkarên ragihandinê û wan bikin hedef."   'Em têkoşîna di oxira bilindkirina dengê rastiyê de bernadin'   Mîdye da teqexkirin ku bi girtin û hedefgirtina rojnemevanan wê dengê rastiyê qut nebe û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Di dîroka gelê kurd de gelek rojnemevan û xebatkarên me gihiştin asta şehadetê lê ev kiryar bi carekê nebû bend ku em dest ji têkoşîna di oxira bilindkirina dengê rastiyê de berdin. Îro bi sedan rêhevalên me gihiştin asta şehadetê. Em bi sedan rojnameger cihê xwe li şûna wan digrin û riya ku wan da dest pêkirin didin temamkirin."   'Em ê vê têkoşîna 7 salan neterikînin'   Di dawiya axaftina xwe de Mîdyeyê got:"JINNEWS bi 7 salên xwe têkoşînek bêhempa da destpêkirin û dide berdewamkirin. JINNEWS rastiya di tarîtiyê de hatibû veşartin ronî dike. Em ê vê têkoşîna 7 salan neterikînin. Heya xwegihandina welatekî azad wê ev têkoşîn dewam bike."