Hejmara binçavkiriyan zêde bû 2024-09-24 15:01:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Amed, Qosera Mêrdînê û Stenbolê bi ser malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan vê serê sibê li Amed, Qosera Mêrdînê û Stenbolê bi ser malan de girt û gelek kes di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin.    Amed    Vê sibehê li Amedê polîsan bi ser avahiyên MED-DER’ê û Pirtûkxaneya Payîz de girtin. Polîsan li avahiyên her du saziyan jî kelûpelên wan belawela kirin û bi sedan materyalên perwrdehiyê, pirtûk, kovar û hard dîskên computeran desteser kirin.    Her wiha polîsan avêt ser Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe. Koperatîf li taxa Bagcilar a navçeya Rezanê ya Amedê ye. Polîsan kelûpelên Kooperatîfê belawela kirin û hard dîskên computeran desteser kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de rêveberên MED-DER’ê, perwerdekarên dersên zimanê kurdî jî hene.    Heta niha li gorî agahiyên li ber destan 23 kes hatine binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku biryara "veşarî-nepeniyê" danîne ser dosyeya lêpirsînê. Heta 24 saetan jî hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re hat qedexekirin.    Navên kesên heta niha hatine binçavkirin û tên zanîn în wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guney, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn, Ahmet Boltan, Mustafa Açmaz, Hasan Gorpinar, Îpek Oyûr, Cîhat Çagirici.    Stenbol    Polîsan vê sibehê li navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) jî di nav de 6 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr, rêveberê DEM Partiyê Yusuf Meniye, rêveberê DEM Partiya Navçeya Arnavutkoyê Hayrettîn Erîklî, rêveberê DBP’ê Mustafa Kizilkaya, xebatkarê HDK’ê Şamîl Altan, rêveberê MATUHAY-DER’ê Kalo Bozutmak.   Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ango veşarî li ser dosyeyê heye.    Mêrdîn    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.