47 jinên girtî li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê dikin 2024-09-24 10:55:02     NAVENDA NÛÇEYAN - 47 girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evîn ya Tehranê li dijî cezayên darvekirinê ji bo 24 saetan dikevin greva birçîbûnê de.   Li gor nûçeya NuJINHA, 47 girtiyên siyasî yê jin ên li girtîgeha Evînê, li dijî cezayên darvekirinê îşev di saet 22:00’an de dest bi greva birçîbûnê dikin.   Hat gotin wê çalakiya greva birçîbûnê heta saet 22:00’an a şeva 25’ê îlonê berdewam bike.