Piştî konferansa Jineolojiyê: Em ê zanînê veguherînin çalakiyê 2024-09-24 10:39:34        WAN - Endama Lijneya Edîtoran a Kovara Jîneolojiyê Ayşe Berktay, komxebata ku li Wanê li dar xistin nirxand û diyar kir ku ew pêngaveke girîng e û got, "Em bi dijwarî têdikoşin, lê di warê guhertina vê sîstemê de heta em encamê bigirin em ê bixebitin. Em wisa difikirin ku ji bo vê yekê divê em zanîna xwe zêde bikin û veguherînin çalakiyê. Jineolojî jî li ser vê mijarê dixebite."   Kovara Jineoloji wê di navbera 21-22'ê Îlonê de li Wanê bi sernavê "Di sedsala 21'emîn de Rêbaz û Polîtîkayên Têkoşînê ya li dijî Sîstema Serdest a Mêr" komxebatek li dar xist. Di roja ewil a komxebata du rojan dewam kir de, sernavên "Jineolojî ji rabirdûyê heta niha: Çima û çawa", "Qadên tundiyê û ji nû ve pênaseya şîdetê di guherîna şert û mercên temenî de", "Nexşeya panoramîk û analîza nîjadperest, neteweperest Polîtîkayên olî û zayendperest" hatin nîqaşkirin û di roja duyemîn de jî sernavên "Li dijî êrîşên zayendîparêz hişyariya xweparastinê ya hevpar", "Em ê çawa di teorî û pratîkî de rêbazên têkoşîna hevpar bi hev re tevbigerin" û "Têkoşîna hevpar a lêgerîna jinê ya azadiyê û aştiya li dijî şerê netew-dewletê, rabûna rastgir û mîlîtarîzmê hatin nîqaşkirin.   Di komxebatê de ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê gelek jin tevlî komxebatê bûn, cudahiyên bîrdozî û xeta têkoşîna hevpar a di navbera Tevgera Jinên Kurd û tevgerên femînîst de di nav mijarê de hatin nîqaşkirin.   Ji beşdarên komxebata du rojan û endama Desteya Edîtoran a Kovara Jineoloji Ayşe Berktay der barê komxebatê de nirxandin kirin.   'Li her derê şer heye'   Ayşeyê der barê armanca xwe ya ji organîzekirina komxebatê de wiha got: “Em di qonaxeke wisa de ne ku gelek qeyran derdikevin pêşberî me û krîza aborî, şewat, tundiya li ser jinan, kuştina jinan, qetlîamên xwezayê, qezayên di kar de her diçin zêde dibin. Êdî li hemberî van qeyranan tehemula me nemaye. Jiyan bi giştî her ku diçe bêtehemûl dibe, lê ji bo jinan hîn zêdetir. Êrîş û nefreteke wisa heye, kîna li hember xwezayê, zê dibe û hovîtîyek heye. Li ser vê meseleya şer jî heye. Li her derê şer heye. Em fikirîn ku di rewşeke wiha de divê tevgerên jinan ên li dijî sîstemê ku têkoşîna jinê dimeşînin û tevgerên ku meylên azadiya jinê temsîl dikin bên gel hev û nîqaşan bikin. Jixwe di vê komxebatê de derketibû holê ku pêwîstî bi nîqaşeke wiha heye. Em wisa difikirî ku wekî Jineolojî ev yek girîng e. Ji ber ku Jineoloji hewl dide ji van hemû têkoşînan re bingehê peyda bike."   'Ev lêkolîn bûn gava yekem a girîng'   Ayşeyê diyar kir ku bi vegotina Jineolojiyê wekî zanista jin û jiyanê, hewl didin ji bo vê hemû têkoşîna azadiyê bingeheke tevahî bidin avakirin. Ayşeyê destnîşan kir ku têkoşîn ne tenê li ser bertek û refleksan di heman demê de li ser hişmendiyek diyarkirî ye û got, “Em gelek têdikoşin, lê di warê guhertina vê sîstemê de hê jî ti encam me bi dest nexistine. Em wisa difikirin ku ji bo vê yekê divê em zanîna xwe li cihekî bi cih bikin û veguherînin çalakiyê. Jineolojî jî li ser vê mijarê dixebite. Bi vê armancê me ev atolye organîze kir. Ez difikirim ku ev lêkolîn bi sernav û nîqaşên xwe ve gava yekem a girîng bûn. Derket holê ku pêwîstî û daxwaza vê yekê heye. Hevalên jin ên ji cihên cuda û têkoşînên cuda beşdar bûn û me di nîqaşeke baş de xalên hevpar dîtin. Dikare di derbarê bûyeran de nêrînên cuda, helwestên cuda hebin û ji bo armancekê em bi hev re vê yekê nîqaş bikin û di çarçoveya hin prensîban de pêk bînin. Ez difikirim ku ev xebat berhemdar bû ji ber ku her kes dixwaze ku ew berdewam bike. "   'Ez difikirim ku ev nîqaş dê cûdahiyek çêbikin'   Ayşeyê diyar kir ku wan di vê komxebatê de der barê Jineolojiyê de nirxandineke giştî kirin û got ku wan hewl daye ku bi çi re rû bi rû ne û ji têkoşîna civakî re çi feyde heye. Ayşeyê mijarên di komxebatê de hatin axaftin bi bîr anî. Ayşeyê diyar kir ku komxebat jinên beşdar teşwîq kir ku careke din li ser têkoşîna xwe bifikirin û binirxînin û destnîşan kir ku ev yek hişt ku jin ji nû ve hin nîqaş û nirxandinên hev fêm bikin. Ayşeyê herî dawî ev daxuyanî da: “Ez wisa difikirim ku ev nîqaş dê bidomin û dê cudahiyekê çêbike. Ji ber vê yekê girîng e ku em dîsa ji hev haydar bibin. Girîng e ku em li ser têkoşîna xwe çawa bifikirin. Em li rê û rêbazan difikirin ku vê yekê veguherînin pêngavê. Rewşeke ku ji nişka ve çêbibe, dê ne berhemdar be. Lê em ê li ser rêbazên vê yekê biaxivin. Her kesê ku jixwe li vir e amade ye ku berdewam bike."