Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe 2024-09-23 17:02:28       ENQERE - Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên wê yên tunduristiyê girantir bûn, navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê.    Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin û kurekî wê jî girtî ye, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, di roja 33’yemîn de navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê didomîne.     Emîne Şenyaşar dê piştî pêvajoya dermankirinê, nobeta xwe bidomîne.