Li Peyasê qeyda qursên avjeniyê ya zivistanê dest pê dike 2024-09-23 15:23:12       AMED - Di bin banê Gerînendetiya Xizmeta Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê de hawzên sergirtî yên ku di xizmeta gel de ne dest bi qeyda qursên avjeniyê ya zivistanê dike.   Di bin banê Gerînendetiya Xizmeta Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê de hawzên sergirtî yên Kupelî û Anzelê ku di xizmeta gel de ne bêpere dest bi qeyda qursên avjeniyê ya zivistanê dike. Ji alî şaredariyê ve daxuyaniya ku hate dayîn, di 1’ê Kewçerê de dê qûrs li hawzê Sergirtî yê Kupelî ku li taxa Firatê a sikaka Nazim Hîkmet e û li hawzê sergirtî yê Anzelê ku li taxa Dîclekentê a sikaka 246’an e serlêdan bêne qebûlkirin.