Înîsiyatîfa Erebî helwesta Komîteya Wezîran a Meclisa Ewropayê rexne kir 2024-09-23 14:53:10        NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan helwest û biryara Komîteya Wezîran a Meclisa Ewropayê li hember pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê rexne kir.   Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê helwesta Meclisa Wezîran a Ewropayê ya têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kir.   Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye:    “Ronakbîr û têkoşer Abdullah Ocalan 42 meh e di tecrîdeke giran de ye. Li hember vê tecrîdê saziyên navneteweyî û Meclisa Wezîran a Ewropayê, bê deng in. Helwesta wan a vê dawiyê, şermok e û bê bihane ye. Ev rê dide desthilata Tirk ku van kiryarên derqanûnî û dermirovî berdewam bike. Em dikarin vê hevkariya veşartî wisa şîrove bikin ku kiryarên çewisandinê yên desthilata Tirk ên li dijî mirovekî dike, rewa dike. Dilê vê mirovî tenê ji bo gelên herêmê, mafên wan û hêviyên wan ên azadiyê, demokrasiyê û edaletê lê dide.   Em diyar dikin ku ev bêdengî û helwesta Meclisa Wezîran a Meclisa Ewropayê, tenê bêçaretî û hevkariya wê bi wan kiryarên li dijî mafên mirovan rave dike. Divê civata navneteweyî, saziyên hiqûqî yên cîhanê û saziyên erebî, islamî yên herêmî û navneteweyî bilez tev bigirin. Eva rewşa derqanûnî û tecrîdê bi dawî bikin. Mafên wî wek mirovekî, ronakbîrekî, siyasetmedarekî dabîn bikin ku ramanên herî baş ji siberoja gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş dike. Rast e rewşenbîr û akademîsyen li qadên çandî, hiqûqî û gel tê dikoşin, lê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Ronakbîr Abdullah Ocalan rê dirêj e. Azadiya wî kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd û destpêkirina rêya rast e ji bo ku ewlehî, demokrasî li herêmê pêk were.”   Komîteya Wezîran a Meclisa Ewropayê 20`ê Îlonê têkildarî biryara binpêkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan civiya. Di wê civînê de tenê hişyarî da û tu helwesteke cidî negirt, tenê hate gotin: “Heke gavên pêwîst nehatin avêtin, wê Îlona 2025`an biryareke îstîsna bê girtin.”