Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn 2024-09-23 13:29:45     STENBOL - Di doza Kadîr Îsteklî ku bi H.K.G. a 6 salî pê re hatibû zewicandinê û bi tecawizê re rû bi rû hiştibû, biryar derket.    Yusuf Ziya Gumuşel ê avakarê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga keça xwe ya 6 salî H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî yê 29 salî re dabû zewicandinê. Têkildarî H.K.G. a bi tecawizê re rû bi rû hatibû hiştin, doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin.    Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê 18 sal û 9 meh cezayê hepsê li Ziya Gumuşel birî û 36 sal cezayê hepsê jî li Kadîr Îsteklî birî.