Komxebata Jîneolojiyê bidawî bû: Li salonê jin jiyan azadî deng da 2024-09-22 17:59:32   WAN - Endama Lijneya Weşanda Kovara Jîneolojiyê rojda Yildiz ku axaftina girtin3e ya komxebata bi sernavê“Di Sedsala 21’emîn de Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna li Dijî Pergala Zilamsalar” ya Kovara Jîneolojiyê pêk anî de axivî û got: “Derdên me yên hevpar hene. Ji ber em di jiyana ku tune tên hesibandin de dibêjin em hene.”   Komxebata jineolojiyê ya bi dirûşma ‘Di Sedsala 21’emîn de Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna li Dijî Pergala Zilamsalar’  ya du rojan hat li darxistin bi axaftina Endama Lijneya Weşanda Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz bidawî bû.   Li ser Jin Jiyan Azadî hat sekinandin   Rojdayê da zanîn ku ew hatine dawiya komxebatê û got hewcedariya nîqaşa hevpar ev demek dirêj bû hebû. Rojdayê wiha anî ziman: “Di vê serdema ku her tişt evqas zehmet tê dîtin de, em her çiqas bêjin êrîş û faşîzm zêde bûye jî dema em ji vir dinêrin, hewce bi hêvî, serdem û yekitiyeke nû heye. Me dît ku nîjaperesttî pirsgirêka penaberiyê, patrîarkayaê çiqas bandor li ser jinan dike. Me ev furya êrîşê ya li dijî xwe dît û me nîqaş kir. Em ji aniyên cud ayên îdeolojîk bên jî derdê me hevpar e. Her hevalê ev got. Derdekî mey ê hevpar heye ji ber em di jiyana ku tên tunekirin de dibêjin em hene. Derdê mey ê hevpar heye ji ber me dît k uhewce bi hest û nêrînên ku gazî me dikin hene. Di vê serdema ku her tişt nezelal bûye de, me dît têkoşîna jinan gelek girînge. Tevî cudahiyan hêvî û xeyalên me dişibin hev. Baweriya me ya bi jiyana nû dişibin hev. Hêviya me ya jiyana azad dişibe hev. Ev sedsal wê bibe sedsala jinê. Jin Jiyan azadî ya ji bo me motîvasyone li cîhanê dend dide. Jin Jiyan Azadî di van du rojan de hinek din mezin bû.”   Piştî axaftinê komxebat bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi dawî bû.