Komxebata Jineloji di roja duyemîn de dewam kir 2024-09-22 15:08:53   WAN - Di komxebata Jineolojiyê ya bi sernavê "Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne" ku di roja duemîn de berdewam kir bal hat kişandin ser pirsgirêka kurd û hat diyarkirin ku Tevgera Jinê ya Kurd tu têkoşîneke wê ya ji têkoşîna netweyî cudatir tune ye.   Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de berdewam kir. Komxebat, li eywana konferansan a li hotêleke bajar hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên jin ên DEM Partiyê, siyasetmedar Sebahat Tuncel, hevşaredar, femînîst û gelek jin tev li bûn.    Moderatoriya rûniştina “Li dijî êrişên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz kir. Ji Tora Jinan Ruya Kurtuluş û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî weke axêver tev li bûn. Piştre jî rûniştina “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” hat lidarxistin. Moderatoriya wê endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa kir û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Elter û lêkolînera femînîst Semîha Ari jî weke axêver tev li bûn. Herî dawî jî dê rûniştina “Li dijî şer, mezinbûna rastgiran û milîtarîzmê ya netewe-dewletan, têkoşîna hevpar a lêgerînên azadî û aştiyê ya jinan” were lidarxistin. Ji endamên kovarê Rojda Yildiz dê moderatoriya rûniştinê bike û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê weke axêver beşdar bibe.    Komxebat, ji çapemeniyê re girtî didome û piştî rûniştinan dê bi dawî bibe.