Li Mexmûrê sala nû ya perwerdê dest pê kir 2024-09-22 13:56:13     NAVENDA NÛÇEYAN -Li dibistanên Wergeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) sala nû ya perwerdeyê bi awayekî fermî dest pê kir.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê)  îro bi vebûna pêşdibistanan, dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, bi amadebûna hezaran xwendekar û mamosteyan perwerdeya sala nû ya 2024-2025  dest pê kir.   Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, li her dibistanek a wargehê sîrûda neteweyî ya kurd hate xwendin.