Li Şengalê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin 2024-09-22 11:28:39     NAVENDA NÛÇEYAN -Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke dirêj a bi meşale li dar xistin û ev peyam dan: “Di salvegera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de weke ciwanên Êzidxanê em ê tekoşîna xwe mezintir bikin.”   Duh êvarê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşma "Eger Parastin nebe azadî jî nabe" li bajaroka Sinûnê ya Şengalê meşeke meşaleyî ya dirêj  li dijî tecrîdê li dar xistin. Meşa ciwanan a di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" de bi beşdariya ciwanên Ereb, endamên sazî û rêxistinên Şengalê pêk hat.   Meşê ji çerxerêya Mam Zekî a li Sinûnê dest pê kir. Ciwan heta seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya Şehîd Gênco meşiyan. Ciwanan li vir meşaleyên xwe pêxistin û meşê heta Baxçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê berdewam kir. Piştî meşa dirêj a bi 7 kîlometreyan ciwanan daxuyanî dan.   ‘Ciwanên Êzidxanê li hemberî tecrîdê bêdeng namînin’   Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzdî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 26 sal li dû xwe hişt û ev peyam dan: “26 sal in Rêber Apo bi awayekî ne qanûnî û ji derveyî yasayên mirovahiyê li Zindana Îmraliyê girtî ye.  Her wiha zêdetirî ji 40 meha ye tecrîdekî mutleq li ser Rêbertî tê meşandin. Ti agahî ji Rêbertî nayê girtin û hemû danûstandinên Rêbertî bi malbat û parêzerên wî re qut kirine. Em weke tevgera ciwanên Êzidxanê li hemberî vê tecrîda li ser Rêberê me emê bêdeng nebin.  Ji bo Rêber Apo fizîkî azad bibe heya dawiyê emê di nava tekoşînê de bin û hesabê ji faşîzma Tirk bixwazin.”   Di daxuyaniyê de Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala xwe tije dike, weke ciwanên Êzidxanê emê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî mezintir bikin heya ku em azadiyê bidest dixin.”   Meş bi dirûşm bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.