Jinek li Mêrdînê bi awayekî bi guman mir 2024-09-21 12:09:21   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jina bi navê Esra Bogurcu bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Dunaysir a navçeya Qosera Mêrdînê li gorî îdiayê; pêr Esra Bogurcu (19) ya astengdara zihnî bi sîleha bavê dileyîze. Hat îdiakirin ku Bogurcu bi şaşî gule berî xwe daye û birîndar bûye. Wê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Bi xedariya rewşa Bogurcu re wê ji vir jî radikin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî Bogurcu jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Malbatê cenazeyê keça xwe wergirt û li Qoserê veşar.