Bi ser mala rojnameger Rabîa Onver de hat girtin 2024-09-20 20:35:58   COLEMÊRG - Polîsan bi ser mala rojnameger Rabîa Onver ku li Colemêrgê nûçeya çeteyên hişbir û fuhuşê çêkiribû,de girt û bi saetan lêgerîn kirin.   Li taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê di saetên êvarê de polîsan bi ser mala nûçegîha JINNEWS’ê Rabîa Onver de girtin. Hat hînbûn ku polîsan bi saetan li mala wê lêgerîn kirin, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ya Colemêrgê meşandiye de,  lêgerîna malê kirine û biryara ku alavên dîjîtal yên Rabîayê bê desteserkirin heye.   Piştî lêgerîna bi saetan şûnde polîsan dest neda materyalan. Li aliyê din jî hat ragîhandin der barê Rabîayê de biryara girtinê heye.