Ciwanan li dijî tecrîdê bernameya ‘xwendinên azadiyê’ pêk anî 2024-09-20 19:06:50   ŞIRNEX - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya  “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet” li navçeya Silopiyayê çalakî li dar xistin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  di çarçoveya kampanyaya  “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet”   Ji bo fînalê Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê hatin navçeya Cizîrê ya Şirnexê.  Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Silopiyayê rêze çalakî li dar xistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û hevşaredarên Silopiya tevlî bernameya ciwanan bûn. Ciwan serê sibehê li Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ya Şaredariya Silopiyayê hatin cem hev û bi hev re taştê xwarin. Piştre ji bo ku balê bikşînin li ser tecrîta li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsên wî hatin xwendin û nirxandin.    Ciwan piştre derbasî Parqa Ahmet Kaya bûn. Li vir jî klam hatin gotin. Ciwanan bi hevre seatên xweş derbas kirin.