Di şaredariya Rêya Armûşê de xebatên jinan 2024-09-20 09:04:36     WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn der barê xebatên jinan de axivî û got: “Me li taxa xwe bostanê bajar a jinan ava kir. Em bi vî bostanê jinan bi axê re tînin gel hev û li wir civakîbûna jinan pêş dixînin. Bi navenda piştevaniya jinan re jî em ê xeta têkoşîna li dijî tundiyê ava bikin.”   Şadariya  Rêya Armûşê ya Wanê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji sedî 58,26 deng girt û şaredarî ji qeyûman girt.  Qeyûmên ku sazî û destkeftiyên jinan tune kiribûn, piştî ku rêveberiya DEM Patiyê hat ji nû ve çalak kir û dest bi xebatên jinan kir.   Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn, proje û xebatên şaredariyê yên ji bo jinan vegot.   ‘Piranî sazî hatibûn girtin’   Oznurê diyar kir ku dema nû şaredarî girtine hemû saziyên jinan ji aliyê qeyûman ve hatibûngirtin û got: “Hemû qadên jinan bê bandor hatibûn hiştin. Em ji bo vê ketin tevgerê. Ne Navenda Jiyanê ya Jinan a Maya dîsa xist faliyetê. Qadên din yên hatibûn girtin me vekirin.”   ‘Me bîstanê jinan ava kir’   Oznurê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Me projeyên ku jin û axê tîne gel hev pêş xist. Di vê çarçoveyê de me bîstanê bajar yê jinan ava kir. Me bi vê projeyê jin bi axê re anî gel hev. Di mijara çandina bîstan de ji bo 9 jinan sertîfîka hat dayîn. Dema pêş de em ê bîstanan li hemû taxan ava bikin.”   ‘Der barê hişbirê de semîner’   Oznurê daxuyakirin ku çarçoveya têkoşîna bi hişbirê re xebatan dimeşînin û ev tişt bi lêv kir: “Di mijara hişbirê de di qada jinan de me bi 50 keyayî re semîner da. Di semîneran de der barê mijarên hişbir, cureyên wê çawane, çawa dikare bê çareserkirin, xebatên çawa divê bê meşandin de nîqaş hatin meşandin û agahî hatin dayîn.”   Di bin bana şaredariyê de kreşa zarokan   Oznurê diyar kir ku planaziya wan ya ku di bin bana şaredariyê de kreşê vebikin heye û wiha nirxandin kir: “Em vê kreşê wê mehekê de vebikin. Ev projeya me wê ji bo jinên dixwazin tevli jiyana aborî bibin gelek rehet be.  Her wiha em ê xeta têkoşîna li dijî tundiyê ava bikin. Ev jî wê mehekê de bikee faliyetê. Armanca vê projeyê ev e ku jinên bin tundiyê de xwe bigihînin me. Em vê xebatê bi hevkariya şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re dikin. Her wiha wê bernameyên ji bo zarokan li taxan pêk bên.”