Parêzer Bermal Kutlu: Jinên destdirêjî lê tên kirin ji hedefgirtinê ditirsin 2024-09-20 09:02:41     Derya Ren   DÎLOK - Parêzer Bermal Kutlu der barê destdirêjiya zayendî ya di pêvajoya erdhejê de li jin û zarokan hatiye kirin de axivî û got: “Bi taybet li cihên ku serjimar kêm e, reşwên wekî veşartin, ditirsin ku hedef bên girtin, tên jiyîn. Ji ber dînamîkên wisa yên civakê em dibînin ev naçin darazê.”   Di 6’ê sibata 2023’an de navenda wê Mereş bi mezinahiya 7-8 û 7.5 erdhej pek hatin û bandor li ser 11 bajarî kir. Di ser erdhejê de 20 meh derbas bû û li gorî daneyên fermî bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest daye, bi sedhezaran birîndar bûne. Di pêvajoya erdhejê de yên herî zêde bi bandor bûn, jin û zarok bûn. Saziyên desthilatdariyê di vê mijarê de qels man. Jin û zarokên ku xwe negihandin hewcedariyên sereke, bi her cureyê zor û zehmetî, destdirêjiyê jiyan. Der barê mijarê de hinek rêxistinên hiqûqê, aktîvîstên mafê mirovan û saziyên civaka sivîl bixebitin jî têr nekirin.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Bermal Kutlu, der barê pirsgirêkên ku jin û zarokan pêvajoya erdhejê de jiyaye axivî.   ‘Têkilî qut bû’   Bermalê da zanîn ku Tirkiye tevî ku herêma erdhejê ye der barê tiştên ku pêvajoya erdhejê de bê kirin agahî têr nînin û wiha got: “Mirovên ku malên wan li gund hebûn bi awayekî çûn. Di alî xwegîhandina xurekan de pirsgirêk pir hatin jiyîn. Li cihên xurek hebû îzdîham çêdibû. Ez roja sêyemîn çûm Semsûrê. Dema nû erdhej çêbû me digot li Dîlokê tiştek bûye. Ji bajarên din agahiya me tunebû. Televîzyon û weşanên ragihandinê hemû êvarê dan. Em ji çapemeniya civakî her tiştî fêr bûn.    ‘Pirsgirêkan teşe guhert’   Bermalê wiha dirêjî dayê: “Em çûn Semsûrê li wir kaos dihat jiyîn. Alîkariya xurek û cil û bergan hat. Lê pirsgirêka koordînasyonê hat jiyîn. Welatiyan di alî starbûnê de, di alî debarê de pirsgirêkên mezin jiyîn. Her çiqas dem derbas be jî pirsgirêkan berdewam kir, teşe guhert.”     ‘Jin di erdhejê de wek mexdûrên şer bûn’   Bermalê balkişand ser rewşa jin û zarokan û wiha pê de çû: “Li hember du aliyan newekhevî pêvajoya erdhejê de girantir bû. Gelek dînamîkên vê yên sosyolojîk hene. Jin û zarok di nokteya hîjyenê de pirsgirêk jiyan. Jin di erdhejê de wek mexdûrên şer bûn. Ligel pirsgirêkên paqijiyê yên destdirêjiyê hatin jiyîn. Her der kavil bû. Ceyran tunebûn. Ji ber vê ji bo jinan hawir qet ne ewle bû. Bûyerên destdirêjiyê dihatin jiyîn. Gelek bûyerên wisa hatin ji me re. Jineke di asta destberdanê de bû serî li Komeleya Hiqûqnasên Hevdem da. Tevî biryara dûrxistinê hebûye, erdhej kiriye hincet û hatibû cem jin û zarokên xwe. Jinê got agahî daye cendermeyan lê encam negirtiye.”   ‘Dikare travmatîze bibe’     Bermalê daxuyakirin ku pêvajoya erdhejê de hewl dane agahiyê bidin gelek jinî û got bûyerên destdirêjiyê gelek caran neçûne darazê . Bermalê ev nirxandin kir: “Bûyerên destdirêjiyê rê li ber travmayên mezin vekir. Erdhej di esasê de travmayek civakî bû. Kesên mexdûr ji ber fikaran serî li darazê nedidan. Ev rewş ne tenê ji bo mexdûran ji bo gumanbaran jî derbasdar e. Ji ber qelsiya saziyan bû. Me li herêmê xwe gîhand jinan û piştgiriya hiqûqî da. Kesên hîna psîkolojiya erdhejê ji ser xwe navêtibûn û rewşek wisa jiyane travmatîze dibûn.”   Bi jinan re civîn hat kirin   Bermalê daxuyakirin ku bûyerên destdirêjiyê li bajarên din jî zêde ye û wiha pê de çû: “Li Semsûrê agahiya destdirêjiya li zarokekê hatiye kirin hat ji me re. Lê gotin ev bûyer ji cendermeyan re gotine, lê hatiye veşartin. Mirovan ji bo alîkariya wan neyê birîn şahidî jî nedikirin. Ji ber vê jî karê me yê şopandinê jî zehmet dibû. Bi taybet li cihê ku serjimara wê kêm e, mirov ji hedefgirtinê ditirsin. Tirsa wan ev e ku hedef bên girtin.  Lê em ê şopdarên rewşa jin û zarokên herêma erdhejê bin.”